ROJEVA 13'Ê ÎLONA 2018'AN

  • 09:00 13 Îlon 2018
  • Rojev

*Dayikên Aştiyê yên Dêrika Rojavayê Kurdistanê derbarê îdamkirina Aktivîstên Kurd Ramîn Huseyîn Penahî, Zanyar Mûradî û Loqman Mûradî diyar kirin ku dê faşîzm bi serîlhildana gelê Kurd têk biçe û gotin:"Hêz û dîroka gelê Kurd dê li dijî faşîzm û dîktatoriya Rejîma Îranê bi ser bikeve. Dê Ramîn, Zanyar û Loqman neyê jibîrkirin, dê hesabê vê yekê bê birsîn." DÎMEN HEYE

 
*Jinên ku li Minbicê dijîn û di temenê biçûk de hatine zewicandin anîn ziman ku ji bo siberoja civakê tarî nebe divê pêşî li zewaca di temenê biçûk de bê girtin û gotin:"Zewaca di temenê biçûk de siberoja civakê dike xetereyê. Loma divê civak di vî warî de bê perwerdekirin." Her wiha Bijîşka bi navê Semer Alhecî jî derbarê zewaca di temenê biçûk de got:"Zewaca di temenê biçûk de ji bo tenduristiyê jî xeter e." DÎMEN HEYE
 
*Mamosteya Werzîşê Ayşegul Yucetaş a bi KHK’ê ji karê xwe hat îxrackirin û dukana kulîlkan vekiriye wiha got: “Dewletê xwest bi îxracan me bê alternatîf bihêle lê wisa nebû. Em têkoşîna sendîkal didomînin.” DÎMEN HEYE
 
*Li girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê ku malbat di her hevdîtinê de rastî pêkanîna lêgerîna tazî tên. Ş.Cengîz a li girtîgehê li dijî vê pêkanînê derket 3 meh cezayê hevdîtinê danê û der barê wê de lêpirsîn hat vekirin.
 
*Ferhat yê 14 salî ku bi helekana seyyar hevtemenê xwe kêfxweş dike, xeyalê wî yê herî mezin ew e ku bê pere û bê sînor li lunaparqê bilîze. DÎMEN HEYE
 
*Li navçeya Mîks a Wanê li gundê Yuceyê jinan ji bo zivistana dirêj û sar dest bi amadekariyan kir. Jinên ji baxçeyan sebze berhev kirin, kirin konserve û li aliyê din jî hiriya di çeman de şûştine dikin lihîf. DÎMEN HEYE
 
*Hevşaredara Sîlopiyayê ya qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin, Emîne Esmer diyar kir ku jinên Kurd Pergala Hevserokatiyê ya li cîhanê nehatiye dîtin kirine meriyetê û wiha got: “Gel ji bo 5 salan em hilbijartin û heta dema me tije nebe em pişta xwe nadin gel û xebatên xwe dimeşînin.”DÎMEN HEYE
 
*Endama ATO doktor Gul Bakir der barê nexweşiya şarbonê de axivî û got şarbona çerm bi hêsanî tê dermankirin lê şarbona pergala mehandinê û pişikê gelek bi xeter e. Gul her wiha der barê parastina ji nexweşiyê de jî nirxandin kir.DÎMEN HEYE
 
*Li Wanê bi organîsazyona Şanoya Mencelê 1’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê dê pêk bê. Derbarê mîhrîcanê de şanogera Mencelê Perînaz Delazy  agahî dan. DÎMEN HEYE