Walî li 116 herêmên Amedê derketina derve li welatiyan qedexe kir
- 17:57 12 Îlon 2018
- Rojane
AMED - Walîtiya Amedê li 116 gund û bajarokên girêdayî navçeyên Lîce, Pasûr, Farqîn, Hezro û Karazê bi hinceta operasyona leşkerî qedexeya derketina derve îlan kir.
Walîtiya Amedê bi hinceta operasyonên leşkerî li 116 gund û gundikên girêdayî navçeyên Lîce, Pasûr, Farqîn, Hezro û Karazê piştî saet 16.00’an qedexeya derketina derve ilan kir. Li navçeya Lîcê 28 gund û 24 gundikan derketina derve qedexe kir. Li Navçeya Pasûrê li 17 gund û 25 gundikan derketina derve qedexe kir. Li navçeya Farqinê li 4 gund û 7 gundikan derketina derve qedexe kir. Li navçeya Hezro li 6 gund û 2 gundikan derketina derve qedexe kir. Li Navçeya Karazê jî li gundekî û 2 gundikan derketina derve li welatiyan qedexe kir.