Li 4 navendan 12'ê Îlonê hat şermezarkirin
- 16:03 12 Îlon 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Stenbol, Amed, Mêrdîn û Îzmîrê 12'ê Îlonê di 38'emîn salvegera xwe de bi daxuyaniyan hat şermezarkirin. Li Stenbolê parêstvanên mafên mirovan ên ku gotin ji darbeyan re na ev tişt gotin: "Navê OHAL'ê çû lê ew ma, 12'ê Îlonê berdewam dike."
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, bi minasebeta 38'emîn savegera 12'ê Îlonê bi dirûşma "Ji darbeyan re na" li ber avahiya TRT'ê daxuyanî da çapemeniyê . Di çalakiya ku Weqfa Mafên Mirovan (TÎHEV) jî piştgirî dayê de pankarta bi dirûşma "12'ê Îlonê berdewam dike; em demokrasiyê dixwazin" hat vekirin. Metnê daxuyaniyê ji aliyê Seroka ÎHD'ê ya Stenbolê Guleseren Yolerî ve hat xwendin. Gulseren diyar kir ku darbeya 12'ê Îlonê di meriyetê de ye û saziyên darbeyê jî hîna karê xwe didomînin. Em ji pêkanînên 12'ê Îlonê re dibêjin êdî bes e."
Amed
Kongerya Civakên Demokratîk (KCD), jî derbarê salveger darbeyê de daxuyanî da û diyar kir ku ew 12'ê Îlon ku salvegera kuştinên bê daraz, Îşkence, darvekirin, "kuştinên kiriyar ne diyar" şermezar dikin.
KCD'ê wiha cih da daxuyaniyê: "Darbeya 12’ê Îlonê bi kirinên derî mirov, bi êşkence, înfazên bê daraz, bi darizandinên bi pinkêrinên mafê mirovan, darvekirin, bi girtina bi milyonan mirov, bi zextên li ser çapemenî, sendika, rêxistinên civaka sivîl, li ser jin, ciwan û bi sûcên dijî Kurdan, pêvajoya demokratîk a Tirkiyê ya ku geş dibû, qetil kirine. Bi destûra ku bi zext, zordarî û tundiyê pêk anîn û bi civakên dane ‘qebûlkirin’ heta îro anîne.
Faşîzma AKP-MHP’ê li rih, kirin, polîtîka û destûra darbeya 12’ê Îlonê xwedî derketiye, bi rengê senteza hemû darbeyên 12’ê Adarê û 12’ê Îlonê û bi rengê rewşa wan a rojanebûyî, hebûna xwe didomîne. Kesên ku darbeya faşîst a 12’ê Îlonê kirin û bi serifandinê li roja me niha anîne, wê nikaribin ji hesabdayinê xwe xilas bikin. Bi vê hişmendî û baweriyê em darbeya faşîst a 12’ê Îlonê û kesên ku ev darbe kirine, destek danê, di sala 39’an de şermezar dikin."
Îzmîr
Li Îzîmîrê jî Hewldana 78'an û Komeleya 78'an a Egeyê di 38'emîn salvegera 12'ê Îlonê de li ber Suberbanka kevin a li Konakê daxuyanî dan çapemeniyê . Di daxuyaniya ku hat dayîn de rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê, Hêzên Ked û Demokrasiyê, parlamenterê Îzmîrê Murat Çepenî û hevkarên HDP'ê cih gitin. Daxuyaniyê de pankarta bi dirûşma "Civakên ku bi darbeyan re hevrû nayên mahkûmê darbeyan e" û dirûşmên, "Li dijî faşîzmê mil bi mil" hatin berzikrin. daxuyanî li ser navê Komeleya 78'an ji aliyê Bîlgen Oguz ve hat xwendin û 12'ê Îlonê hat şermezarkirin.
Mêrdîn
Li Mêrdînê komeleya 78'an derbarê 12'ê Îlonê de li avahiya HDP'ê ya Mêrdînê daxuyanî da çapemeniyê û panel li dar xist. Di panela ku hat lidarxistin de paramentera HDP'ê Pero Dundar, rêxistinê HDP'ê û DBP'ê yên bajar û navçeyan, Dayikên Aştiyê, Platforma Keskê û kesên darbeya 12'ê Îlonê jinan tevli bûn. Di serî de daxuyanî hat dayîn .Beriya daxuyaniyê ji bo kesên di serdema 12'ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dan merasîm hat lidarxistin. Piştî merasîmê ji aliyê Endamê Lijneya Rêveberiyê ya 78'an Arîf Tungay ve hat xwendin.
'Wê berxwedan bidome'
Piştî daxuyaniyê parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar axivî û wiha got: "Darbeya 12'ê Îlonê berdewam dike. Rêberê Abdullah Ocalan berê ji bo makeqanûneke demokratîk bang kiribû, gotibû ku heta makeqanûneke demokratîk neyê çêkirin em ê pirsgirêkan bijîn. Lê îro deriyê Îmraliyê hatiye kilîtkirin û kesek nikare dengê Rêber Apo bibihîze."
Piştî Pero Dundar kesên 12'ê Îlonê jinan axivîn.