Derabarê Gardiyanên Sînemê derb kirin de serlêdana sûc

  • 12:38 12 Îlon 2018
  • Rojane
ENQERE - Parêzerê SÎnem Oguz a ku dema ji bo derxînin dadgehê anîn Girtîgeha Jinan a Enqereyê û ji aliyê gardiyanan ve hat derbkirin derbarê berpirsyaran de serlêdana sûc kir.
 
Parêzerê gitiya binavê Sînem Oguz a ku di 9'ê Îlonê de ji bo derxînin dadgehê ji Girtîeha Tîpa T ya Jinan a Kayseriyê anîn Girtîeha Jinan a Enqereyê ku ji aliyê gardiyanan ve hat derbkirin derbarê berpirsiyaran de serlêdana sûc kir. Di serlêdana ku ji alyê parêzerê Sînemê Alîşan Şahîn ve li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hat kirin de wiha hat  gotin: 
 
"Di 9'ê Îona 2018'an de muwekîla min beriya li Girtîgeha Jinan a Enqeryê bê qebûlkirin  di saetên êvarê de ji aliyê 10-15 gardiyanan ve jê re hatiye gotin ku piştî 'lêgerîna tazî' em ê te qebûl bikin. Li gel ku muwekîla min gotiye ev pêkanîneke dijhiqûqî ye û qebûl nekiriye jî gariyanan êrîşî wê kirine û ew derb kirin. Bi vê pêkanîna dijmirovî re li muwekîla min îşkence hatiye kirin. Me nasnameya bersucan tepît nekir, lê ger ku beşa qebûlkirinê ya girtîgehê bê lêkolînkirin û kamerayên wê bên kontrolkirin ew ê bersûcên bûyerê bên tespîtkirin."
 
Sînemê tişta jiya li dadgehê vegot
 
Herwiha di daxwaznameyê de hat ragihandin ku Sînemê tişta jiyaye li dadgehê ji gotiye û morbûna li bedena xwe jî nîşan daye. Herwiha li ser laşê Sînemê şopa neynûkan jî hebû lê rapor ne jî wî re ê û ne jî ji miwekîla wî re nehatiye dayîn .Di daxwaznameyê de hat gotin rapora derbkirinê ji aliyê revîra gitîgehê ve hatiye madekirin; lê rapor ne jî wî re û ne jî ji muwekîla wî re nehatiye dayîn.
 
'Bila bersuc bên tespîtkirin'
 
Di berdewamiya daxwaznameyê de wiha hat gotin: "Tundî û îşkenceya ku tê kirin astengikrina wê erka dewleta sosyal e. Pêkanînên dijmirovî yên ku ji aliyê rayedarên dewletê de tên kirin dewlet ji wan berpirs e.  Bila ev giliyê me li ber çav bê girtin û lêpirsîn bê destpêkirin, bersûc bên dariznadin."