Rojnamegera girtî Hicran Urun: Dê piştevanî me ji vê tariyê rizgar bike

  • 09:26 12 Îlon 2018
  • Rojane
STENBOL - Ji editorên Ozgurlukçu Demokrasî Hicran Urun a ku îro ew ê derkeve pêşberî dadger anî ziman ku êrîşên li ser rojnamegeran di heman demê de tê wateya êrîşên li ser mafên gel ên girtina agahiyên rast û got:"Dê piştevanî û baweriya me ji vê tariyê rizgar bike."
 
Edîtorên Ozgurlukçu Demokrasî Reyhan Hacioglu, Hicran Urun û xebatkarê rojnameyê Pinar Tarlak îro ew ê derkevin pêşberî dadger. Hicranê berî rûniştinê name şand ji ajansa me re û di nameyê de bal kişand ser piştevaniyê û got:"Dê piştevanî û baweriya me ji vê tariyê rizgar bike."
 
'OHAL her çiqas di fermiyetê de bi dawî bûbe jî, ev yek bi fîîlî didome'
 
Hîcranê di nameya xwe de behsa şerdên girtîgehê kir û got ku berê wê nûçeyên derbarê binpêkirina mafan ên girtîgehê de dinivîsand lê dema ku wê ev yek bi çavên xwe dîtiye bêtir di bin bandora vê yekê de maye û wiha dewam kir:"Berî OHAL'ê jî binpêkirina mafan hebû lê piştî OHAL'ê ev yek zêdetir bû. OHAL her çiqas di fermiyetê de bi dawî bûbe jî, ev yek bi fîîlî didome. OHAL dibe sedema qedexeyên kêfî û gelek nexweşên girtî bêyî bên tedawîkirin, wan dişînin girtîgehan."
 
'Li girtîgehê jin hildiberînin'
 
Hîcranê da zanîn ku tevî şerdên neyînî jî jin li berxwe didin jiyanek nû ava dikin û got:"Li girtîgehê jin tevî zehmetiyên mezin hildiberînin. Ji her odeyê dengê amûrekê tê. Carinan dengê jinên ku metnên şanoyê ava dike û dilîzin tên. Ger di girtîgehê de piştevaniya jinan a bi hev re tune ba di nava şerdên dijwar de dê jiyan gelek zehmet derbas biba."
 
'Ev doza ne hiqûqî ye, siyasî ye'
 
Hîcranê da zanîn ku sedema girtina wan ji ber ku em çapemeniya mualîf in û got:"Çalakiyên çapemeniyê dixwazin ku wekî sûc be bidin nîşandan. Me ne bi talîmatê me bi wîcdanê xwe rojnamegerî kir. Ji bo şerekî ku me li Fîlîstînê got 'Na' me nikarîbû li Efrînê bigota 'Erê'. Em wekheviya mirovan esas digirin. Loma sedema girtina me ya îro wîcdanê me ye."
 
Hîcranê di berdewamiya nameya xwe de wiha got:" Me wekî xebatkarên çapemeniya azad nikaribû bigota me nedîtiye. Me hemû rastî li ber çavên raya giştî raxist. Loma êrîşî me kirin. Divê civak jî li mafê xwe yê girtina agahiyên rast xwedî derkeve. Dê piştevanî û baweriya me ji vê tariyê rizgar bike. Em ji hemû kesên ku piştgirî dan me spasiyê xwe pêşkeş dikin."