Ava bi jeng rê li ber nexweşiyên çerm vekir
- 09:19 12 Îlon 2018
- Rojane
ENQERE\BAYBURT- Hat diyarkirin ku ji ber ava bi jeng ya didin girtiyên jin ên Sîncanê nexweşiyên çerm rû dane û di kantîna girtîgehê de jî ava bi marka ‘cendirme’ tê firotin. Her wiha hat gotin ku li girtîgeha Bayburtê jî ava germ hefteyê du caran tenê saetekö tê dayîn.
Parêzerên ku binpêkirina mafan û zextên li girtîgehê şopandin diyar kirin ku jiyana yek reng tê ferzkirin û yek ji van girtîgehan jî Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê û girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê ye.
Parêzerên bi muvekîlên xwe re hevdîtin kirin, diyar kirin ku li her du girtîgehan jî li hemberî girtiyan zextên cidî hene. Her wiha daxuyandin ku li ser lingan hejmartin tê kirin û ji ber vê jî cezayên dîsîplînê tên dayîn.
‘Înfaz tên şewitandin’
Li gorî agahiyên ji parêzeran hatine girtin girtiyên Sîncanê ji ber ava bi jeng bi nexweşiyên çerm ketine û tevî ku serşo û lavabo bi ava cilan tê şûştin jî ji ber ava bi jeng her der saetek şûnde dîsa zer dibe.
Her wiha parêzeran bi lêv kir ku ji ber girtî pêkanînên kêfî protesto dikin jî înfazên girtiyan tê şewitandin û heta jinek girtî Înfaza wê ya 7 salan hatiye şewitandin. Ligel vê li girtîgeha Sîncanê di kantînê de ava bi marka ‘cendarma’ tê firotin.
Li girtîgeha Bayburtê lêgerîna tazî
Li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê jî zext û binpêkirinên mafan didomin û berê jî di hevdîtinan de hatibû ferzkirin ku girtî bi lingên tazî derkevin hevdîtinan.
Ava germ saetekê tê dayîn
Ligel vê girtî di hevdîtinên vekirî de tenê dikarin bi xizmên xwe re silavê bidin hev û nahêlin nêzî kesekî din bibin. Li girtîgehê hefteyê du caran saetekê ava germ tê dayîn. Hat hînbûn ku ji ber hejmara koxuşan zêde girtiyên jin li erdê radizên.