Jinên kurd ji hiriyê û bi teşiyê pêdiviyên xwe pêşwazî dikin
- 09:17 12 Îlon 2018
- Ked/Aborî
Zeynep Durgut
WAN- Ji demên berê û heta niha jinên kurd her tim bi keda destan çanda kurdewar pêşve birine û heta roja îro anîne. Li Elbaxê jina bi navê Zahîde Polat ku hem ji hiriyê û bi teşiyê pêdiviyên xwe pêşwazî dike çanda kurdewar jî di parêze û het roja îro aniye. her nivîn, gore û berik bi Teşiye û hiriyê hilbirîne.
Li Kurdîstanê jinên kurd ji hiriya ku bi teşiyê dirêsin hûnera destan pêş ve dibin. Ji van jinên ku çanda kurdewar diparêzin û ji hiriya ku bi teşiyê dirêsin pêdiviyên xwe pêşwazî dikin yek jê jî dayika bi navê Zahîde Polat e. Zahîde ya ku li Ebaxa Wanê jiyana xwe berdewam dike bi teşiyê hiriye dirêse ji rîsê ku peyda dike amûrên wekî gor, berik û fanereyan çêdike. Zahide di heman demê de ji hiriya safî jî nivînan çêdike. Dayika Zahîde diyar kir ku ew hewl dide çanda kurd wenda nebe û got ku her hûnera destan di pêşerojê de wê bibin berhemên dîrokî.
'Xewa di nav nivînên ji hiriyê de bi tendirûst e'
Zahideyê di berdewamiya axiftina xwe de anî ziman ku berê hirî pir bi qîmet bû û wiha pê de çû:" Berê hirî kêm dihat peydakirin. Ji ber ku pir bi qîmet bû. Me gelek pêdiviyên xwe ji hiriyê pêşwazî dikirin. Me bi heriyê werîs, cihal, hevsar, berik û gelek cil û bergên li xwekirinê yên wekî fanêre û gorê çêdikirin. Her sal me bi teşiye hirî dirist û hemû nivînên me yên malê jî ji hiriyê bûn. Lê vê demê hirî tê avêtin. Bi hiriyê tiştekî nakin. Lê niha jî ez di her dema berxbirê de diçim gund û hiriyê kom dikim. Hiriya ku kom dikim tînim pê lihêv û doşekan çê dikim. Bi teşiya dirêsim jî goreyan çêdikim. Doşek û nivînên ku bi hiriyê tên çêkirin ji bo tendûristiya mirov gelek baş in û bi tendirûst in. Di heman demê de xewa nav van nivînan jî xweştir e. Nivînên ku tên kirîn ji bo tendûristiya mirov nebaş in. Bêgûman mirov dema ji hiriyê nivînan çêdike hinekî di weste lê mijûlbûn pêre aramiyê ji dide mirov. "
'Piştî ku nivînên hirî kêm bûn nexweşî jî zêde bûn'
Zahideyê bi lêv kir ku berê her tiştek xwedî taybetmendiyeke mezin bû û got ku dem çiqas biguhere mirov ji nirxên xwe ewqas dur dikeve û wiha pê de çû;" Êdî tu kes ji hiriye nivînan çênake. Berê xîzanî pir hebû, Pêz jî kêm bû. Me hirî peyda nedikir. Lê niha ji ber ku kesek zêde hiriyê bi kar neyne zêde ye û li gel vê jî diçin niîvnên naylon û bê tendirust distînin. Mirov ked dida û xedîderketina li keda xwe zêde bû. Niha ked tune û mirov dikarin xwe bigihîjin her tiştekî. Piştî ku bi hiriyê çêkirina nivînan kêm bû, nexweşî jî zêde bûn. Çog û pişta mirov zêde diêşin ev jî ji ber ku nivînên li ser radizin ji bo tendûristiya wan nebaş e. Niha jî ez vê çandê didomînim û ez her nivîneke xwe bi hiriyê çêdikim. Bi teşiyê her tiştek tê hunandin û bi hiriyê jî her nivînek tê çêkirin.Teşî bi tena serê xwe berhemeke dîrokî ye. Ez ji teşiyê heta bi turikan çdikim. Tu dikarî bi bi rîsê ji teşiyê her nexşekê çêbikî. Tenê pêdiviya me bi jibîrnekirina çanda me heye .Divê em çanda xwe biparêzin û ji bîr nekin. "