Ber bi 25’ê Midarê ve jin li qadan di çalakiyan de ne
- 19:02 16 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan di çalakiyêrn ku bi boneya 25'ê Mijdarê li gelek bajaran organîze kirin de şêwazên tundiyê û rêbazên têkoşîna li dijî wê nîqaş kirin.
Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.
Şirnex
Tevgera Jinên Azad (TJA) xebatên xwe yên di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Şirnexê didomîne. Jinên li navçeya Silopiyayê li hev kom bûn û wêneyên jinên hatin qetilkirin ji kolana Hûnerê destpê kirin û li hemû kolanan daliqandin. Di çalakiyê de welatiyên derdorê ji piştgirî dan ü dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" hatin qîrîn.
Li gundê Cibriyê yê navçeya Cizîrê jî civîneke jinan hate lidarxistin. Di civînên ku jinên gund beşdar bûn de, bal hat kişandin ser tundî û qetlîamên li ser jinan. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan têkildarî dîroka 25'ê Mijdarê agahî da û bal kişand ser girîngiya wê ya ji bo jinan. Newroz Uysal Aslan, bal kişand ser tundiya li ser jinan a di dema şerê li Kurdistan û cîhanê tê kirin, bertek nîşanî cezayê darvekirinê yê dewleta Îranê ya li dijî Pexşan Azîzî û Werîşe Muradî jî da û destnîşan kir ku divê jin bi hev re têbikoşin.
Piştre jinên beşdarî civînê bûn yek bi yek mafê axaftinê girtin û zextên li ser wan di civakê de tên kirin anîn ziman. Civîn bi nîqaşên li ser rêbazên têkoşîna hevpar a jinan a li dijî tundî û zordariyê bi dawî bû.
Sêrt
Li Sêrtê jinên TJA’yî di çarçoveya 25’ê Mijdarê de çûn serdana karkerên jin ên li zeviyan dixebitin. Di serdanê de bal hat kişandin ser girîngiya 25'ê Mijdarê û li dijî tundiya li ser jinê çawa têdikoşin.
Eskişehir
Platforma Jinên Demokratîk a Eskîşehîrê di çarçoveya çalakiyên 25'ê Mijdarê de li ber Kanatlıi AVM ya Eskîşehîrê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Em di 25'ê Mijdarê de ji bo maf û jiyana xwe li qadan in" hat vekirin û dirûşmên "Bijî hevgirtina jinan" û "Dewlet mêr diparêze" hatin berzkirin. Li ser navê platformê Zerrîn Ozkan axivî û diyar kir ku di sala 2024’an de komkujiyên jinan li gorî salên din zêde bûne û got, “Hikûmeta ku dibêje li dijî tundiyê sifir tolerans, mekanîzmayên parastina jin, zarok û LGBTI+yan nake.. Em li hemberî durûtiyê bêçare ne. Li dijî vê pergala ku hewl didin me di tariyê de bihêlin em li her derê cîhanê têkoşîna xwe mezin dikin. Em ê di 25ê Mijdarê roja Duşemê saet 18.30’an de li ber deriyê Espark Bağlarê bên cem hev û ber bi Giravan ve bimeşin."
Piştî daxuyaniyê belavok hat belavkirin.
Mêrsînê
Endamên Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Mêrsînê jî bernameya çalakiyên ku dê li bajêr li dar bixin li baxçeyê Atolyeyên Kolektîfa Sanatolia eşkere kirin û pankarta bi dirûşmên “Em di jiyana azad û wekhev de israr dikin. Pankarta Em li dijî tundiya mêr-dewletê têkoşînê bidin, em li kêleka hev in" vekirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca jî bal kişand ser hevdîtinên butçeya sala 2025’an û got, “Ji bo xurtkirina jinan 5 milyar 941 milyon veqetandin. Dema ku em bi nifûsê re salekê bidin ber hev, 139,3 lîre dikeve destê me jinan. Butçeya me ya rojane 38 quruş e. Tiştên ku em dihejmêrin, dane û raporên ku em eşkere dikin, ne tenê jimar in. Ew jiyana her yek ji me ne. Sibe û siberoja her yek ji me ye. Em ê têbikoşin û li kolanan bin da ku jin di nava şert û mercên mirovahiyê de bijîn, bi ewle, wekhev û azad bijîn."
Piştî axaftinan bernameya 25’ê Mijdarê hat êşkerekirin.
Wan
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Rêya Armûşê li Taxa Xaçort a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de civînek jinan li dar xist. Tevî gelek şêniyên taxê, Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmeta Civakî (SES), Komeleya Jinan a Star û Komîsyona Mafên Jinan a Baroyê jî beşdarî civînê bûn.
Di civînê de Hevseroka Bajêr a DEM PartiyÊ Gulşen Kurt axivî û bal kişand ser girîngiya 25'ê Mijdarê û bang li jinên beşdarî civînê bûn kir ku tevlî meşê bibin.