Li Sîlopiyayê tapoyên malbatan nayê dayîn!
- 09:11 12 Îlon 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Li Sîlopiyê piştî qedexeyên derketina derve li şûna xaniyên hatin hilweşandin li sê herêmên cuda avahî hatin çêkirin û avahiyên du herêman teslîmî malbatan hat kirin. Malbatan got hîna salek xaniyan neqedyaye, xanî tên xwarê û hîna tapoyên wan nehatine dayîn.
Li Sîlopiyaya Şirnexê sê sal berê qedexeya derketina derve hat îlankirin û piştî qedexeyê li taxên ku hatin hilweşandin avahiyên TOKÎ û xaniyên bi tîpên vîla hatin çêkirin. Xaniyên TOKÎ û xaniyên bi tîpê vîla yên taxa Başak teslîmî malbatan hat kirin û înşaata xaniyên ser riya Gorumlu jî hat sekinandin.
Xaniyê ku dihat gotin wê di 2017’an de bê teslîmkirin, nayê zanîn ku wê kengî bên dayîn.
Tapo li holê tune ne!
Avahiyên li taxa Başak hatin çêkirin di meha Kanûna borî de bi peşkê teslîmî malbata hat kirin. Avahiyê du qat û 4 daîre ne, bi bihayên zêdeyî erseyan dan malbatan. Malbatên ku ev 10 mehe di xaniyan de ne, diyar kirin ku hîna tapoyên wan nehatine dayîn.
Malbatan her wiha destnîşan kirin ku ew di van xaniyên teng de nikarin bijîn û li dijî nedayîna tapoyan jî bi bertek in.
Xanî hîna ji aliyê wezaret û şaredariyê ve wek qada înşaatê tê dîtin. Ji ber vê jî hîna gelek malbat nikarin îkametgaha xwe bigirin wir. Malbatên çûn şaredariyê û hejmara xaniyê xwe dan û kaxiz girtin, dikarin biçin midûriyeta nifûsê û îkametgahê bigirin.
Salek derbas nebû her der xera dibe
Tevî ku salek derbas bûye jî xaniyên malbatan wek înşaat tê dîtin û nikarin abonetiya av û ceyrana xwe jî bigirin. Ligel vê xaniyên ku saleke welatî tê de ne, her derê wan tê xwarê. Di dîwaran de derizandin heye û boyaxa wan tê xwarê. Kevirên dora paçeyan jî dikevin. Ligel vê boriyên mutbex û serşoyan jî diteqin.