'Em ê xwedî li ziman û nasnameya xwe derkevin'

  • 09:10 12 Îlon 2018
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
TIL TEMIR - Zarokên Til Temirê ya Kantona Hesekê bi kêf û kelecanek mezin berê xwe didin dibistanên xwe û dibêjin:"Em ê xwedî li ziman û nasnameya xwe derkevin."
 
Zarokên Til Temirê ya Kantona Hesekê derbarê çûyina dibistanên xwe de anîn ziman ku ji ber ku ew diçin dibistanê û bi zimanê dayikê perwerdeyê dibînin gelek bextewar in û gotin ku ew dixwazin zarokên Kurd ên li ser her çar parçayên Kurdistanê bi zimanê dayika xwe perwerdeyê bibînin. 
 
Endama Rêveberiya Dibistana Meyselûnê Behiya Nûner diyar kir ku zarok bi perweya bi zimanê dayikê di warê derûniyê de xwe gelek baş hês dikin û got:"Em dixwazin nifşekî azad tê bigihêje. Zarok dema ku bi zimanê dayika xwe perwerdeyê dibîne bêtir serkeftî dibe. Loma divê zarokên me bi zimanê dayika xwe perwerdeyê bibînin. Li dibistanên me zarokên Ereb û Suryaniyan jî hene û ew jî bi zimanê xwe perwerdeyê dibînin. Divê mirov destûrê bide ku her pêkhate bi zimanê dayika xwe perwerdeyê bibîne. Lê li Rojhilat û Bakurê Kurdistanê zarokên Kurd bi zimanê dayika xwe nikarin perwerdeyê bibînin. Armanca me ew e ku em nifşekî azad, xwedî ehlaqekî paqij perwerde bikin."
 
'Em ê xwedî li zimanê dayika xwe derkevin'
 
Şagirta bi navê Diyana Emîn diyar kir ku ew gelek kêfxweş e ku bi zimanê dayika xwe perwerdeyê dibînî û got:"Gelê Kurd bi salan e ku ji mafên perwerdeya bi zimanê xwe bêpar e. Lê ev mafê her pêkhateyî ye ku bi zimanê dayika xwe perwerdeyê bibîne. Em ê xwedî li zimanê dayika xwe derkevin. Em dixwazin ku hemû zarokên Kurdan ên li ser her çar parçeyên Kurdistanê bi zimanê dayika xwe perwerdeyê bibînin." 
 
'Tu kes nikare  nasname û hebûna me tune bike '
 
Şagirta bi navê Hêva Ehmed ku ji herêma Efrînê ye got: "Tu kes nikare hebûna me tune bike, em ê xwedî li nasname û zimanê xwe derkevin. Erdogan li Efrînê dibistanên me hilweşand lê em di wê baweriyê de ne ku dê Efrînê ji dagirkeran rizgar bibe. "
 
'Em dixwazin ku hemû zarok bi zimanê dayika xwe perwerdeyê bibînin'
 
Şagirta bi navê Husin Şahîn ku ew jî ji pêkhateyên Ereb e got: " Em diçin dibistanên xwe û em pir kêfxweş in ku em fêrî zimanê xwe dibin û fêrî zimanê Kurdî jî dibin. Em dixwazin ku hemû zarok bi zimanê dayika xwe perwerdeyê bibînin. "