'Bextewariya herî mezin vegera li ser axa xwe ye'

  • 09:08 12 Îlon 2018
  • Rojane
Tolîn Muhemed 
 
ŞEHBA - Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê bi hezaran kes mecbûr man ku li Kantona Şehbaye bi cih bibin. Jinên ku ji ax û malên xwe bûn û niha di Dibistana Musatê ya ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatiye hilweşandin, bi cih bûne gotin:"Bextewariya herî mezin vegera li ser axa xwe ye. Em hêvî dikin ku em ê vegerin Efrîna xwe. Efrîn a me ye ne ya dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ne."
 
Piştî Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Artêşa Rizgar a Sûriyeyê (OSO) êrîşî Efrînê kir şûnde bi hezaran kes li Kantona Şehbayê bi cih bûn. Jinên ku ji ax û malên xwe bûn û niha di Dibistana Musatê ya ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve hatiye hilweşandin, bi cih bûne anîn ziman ku tu hêz nikare hêviya wan a vegera Efrînê tune bike. 
 
Jina bi navê Mewlîde Brahîm a 54 salî got:"Berî dewleta tirk û çeteyên wê êrîşî me bikin em li Efrînê bi awayekî ewle û aram dijîn. Lê piştî êrîşên wan bi hezaran kesî koçber kirin û zarok jî di nav de bi hezaran kes hatin qetilkirin. Ew hovîtiya ku li dijî Efrînê hat kirin em tu carî ji bîr nakin. Ji bo em vegerin Efrîna xwe em vê êşê û zehmetiyê dikişînin. Lê em dizanin ku em ê rojekê vegerin Efrînê."
 
'Ez her dem di xewna xwe de dibînim ku ez vegeriyame Efrînê'
 
Fîdan Muhemed jî anî ziman ku ew dev ji têkoşîna xwe bernadin û got:"Berxwedana me ya li Şehbayê kêlî bi kêlî didome. Ez her dem di xewna xwe de dibînim ku ez vegeriyame Efrînê. Em vîna xwe radestî dagirkeran nakin û em ê heta dawî berxwe bidin." 
 
'Bextewariya herî mezin vegera li ser axa xwe ye'
 
Her wiha Nazîfe Bekir jî wiha got:"Dema ku Efrîn hat dagirkirin şûnde leşkerên tirk û çeteyan malên me talan kirin û hemû tiştên me dizîn. Erdoganê dagirker mala me talan kir û daristanên me şewitand. Ew dixwaze ku gelê Kurd tune bike. Lê ew nikare me tune bike. Bextewariya herî mezin vegera li ser axa xwe ye. Em hêvî dikin ku em ê vegerin Efrîna xwe. Efrîn a me ye ne ya dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ne."