Turkan Albayrak bi derbkirinê hat binçavkirin

  • 16:45 11 Îlon 2018
  • Rojane
STENBOL -Xebatkara tendirûstiyê Turkan Albayrak ji bo ku li karê xwe vegere li ber Saziya Tendirustiyê ya li Sariyerê çalakiya rûniştinê li dar xist. Turkan a ku çalakî li dar xist bi derbkirinê hat binçavkirin.
 
Xebatkara tendirûstiyê Turkan Albayrak ji bo ku li karê xwe vegere li ber Saziya Tendirustiyê ya li Sariyerê çalakiya rûniştinê li dar xistibû. Turkan a ku çalakiya xwe îro jî bi dirûşma "Ez karê xwe dixwazim" berdewam kir û got ku ew ji ber lêpirsîna arşîvê bêyî ku tazmînata xwe bigire ji kar hatiye derxistin.
 
Turkan a ku bi derbkirinê hat binçavkirin dirûşma "Ez karê xwe paşve dixwazim" berz kir.