Derbarê derbkirina li Girtîgeha şirnexê de lêpirsîn
- 15:49 11 Îlon 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Dozgeriya Şirnexê der barê derpkirina girtî û malbatên girtiyan ên li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê lêpirsin da destpêkirin.
Di 6'ê Îlonê de dema malbata Ayaz Avşar çûn Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê rastî lêdana gardiyanan hatin. Di bûyerê de 5 jê girtî 3 xizmên girtiyan hatin derpkirin. Piştî bûyerê Serdozgerê Komarê yê Şirnexê têkildarî derbkirinê lêpirsîn da destpêkirin. Piştî buyerê 4 girtiyên rasti lêdanê hatin çûn nexweşxaneyê û rapora derbkirinê stendin.
Hat zanîn ku dozger îfadeya berpirsiyaran negiritye û dê di rojên pêş de îfadeyên wan bigire.