Girtiya nexweş Dicle Bozan bêyî ku bê emeliyatkirin şandin girtîgehê

  • 14:14 11 Îlon 2018
  • Rojane
XARPÊT - Dicle Bozan a girtî û lingekî wê jêkirî û rêviyên wê li derve bi hincetên cur be cur bêyî ku bê emeliyatkirin şandin girtîgehê. 
 
Li gor agahiya ku ji Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (THIV) hat, Dicle Bozan a girtî û lingekî wê jêkirî û rêviyên wê li derve bi hincetên cur be cur bêyî ku bê emeliyatkirin şandin girtîgehê. Dicle Bozan a ku li Girtîgeha Jinê ya Xarpêtê tê girtin hat hînbûn ku 5 caran bi rîngê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Xarpêtê bi hincetên "Bijîşk tune ye", "Bijîşk bi emeliyatek din mijûl dibe", "Makîne xerabey e" bêyî ku bê emeliyatkirin şandine girtîgehê.