Heyva Sor a Kurd hemleya parastina ji nexweşiyan dest pê kir
- 14:08 11 Îlon 2018
- Rojane
KOBANÊ - Heyva Sor a Kurd hemlaya parastina ji nexweşiya laşemaniyayê li Kantona Kobanê dest pê kir.
Heyva Sor a Kurd îro di saetên sibehê de hemleya parastina zarokan û gel a ji nexweşiya laşemaniyayê dest pê kir. Bi alîkariya rêxistina MONÎTOR'ê, ji bo ku nexweşî di nav gel de belav nebin, xebat hat destpêkirin. Her wiha belavok ji bo parastina tenduristiyê belav kirin.
Hemleya Heyva Sor a Kurd wê deh rojan dewam bike. Di derbarê destpêkirina hemleyê de Endama Heyva Sor a Kurd Emel Osman diyar kir ku wê ji bo gelê xwe her di nava tevgerê de bin, û wiha got:"Me bi destpêkirina hemlaya parastina ji nexweşiya laşemaniyayê li Sirin, Kobanê û naveçyê wê tedbîr sitendin. Em weke Heyva Sor a Kurd gel hişyar dikin ku ji bo ku zarokên xwe biparêzin. Nexweşî herî zêde li Bajarokê Sirînê belav bûye ji ber rewşa hewayê ya wir. Ez bang li gel dikim ku berê xwe bidin Navenda Heyva Sor a Kurd ji bo îlackirina nexweşiyan."