Ji parêzeran serlêdana 786'an

  • 11:42 11 Îlon 2018
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Abdullah Ocalan, ji bo ku bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin cara 786'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
 
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî, Serbay Koklu û Sînan Zîncîr ji bo ku bi muwekîlê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin cara 786'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
 
Parêzerên ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an 785 caran serlêdan kirin ev serlêdanên wan bi hinceta "muxalefeta hewayê", "koster xirabe ye", "koster di tamîrê de ye" û "OHAL" hatin redkirin.