Jina girtî ya ku birin dadgehê hat derbkirin
- 10:26 11 Îlon 2018
- Rojane
ENQERE - Girtiya jin Sînem Oguz a ku li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Enqereyê tê girtin dema ku anîn dadgehê ji aliyê memûrên parastinê yên înfazê hat derbkirin.
Jina girtî Sînem Oguz a di 9'ê Îlona 2018'an de, ji Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê ji bo rûniştinê anîn Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Enqereyê lêgerîna tazî lê hat ferzkirin. Sînemê ji ber ku li dijî lêgerîna tazî derket ji aliyê memûrên parastinê yên înfazê hat derbkirin.
'Li piyên wê şopên nenûkan hebû'
Parêzerê Sînemê got:"Muwekîla min ji aliyê 14-15 gardiyanan hat derbkirin. Li dadgehê piyên xwe nîşan da. Li piyên wê şopên nenûkan hebû û mor bûbûn."