Ji bo rûniştina Rojnameger Seda Taşkin bang hat kirin: Em bibin dengê wê
- 10:24 11 Îlon 2018
- Rojane
ENQERE - Hevalên Rojnameger Seda Taşkin a ku li Girtîgeha Sîncanê girtî ye, ji bo rûniştina ku ew ê bê dîtin bang kirin û gotin:"Em bang dikin ku aliyên demokrat û hemû rojnameger rûniştina Seda bişopînin. Divê hemû kes beşdarî vê rûniştinê bibe û bibin dengê Seda."
Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Seda Taşkin a di 20'ê Mijdara 2018'an de li Mûşê dema ku nûçe dişopand bi hinceta "Derbarê wê de îhbar heye" hat binçavkirin. Sedaya ku bi "Şerdê Kontrola Edlî" serbest hat berdan li ser îtiraza dozger derbarê wê biryara girtinê hat derxistin. Seda di 20'ê Çileyê de li Enqereyê hat binçavkirin. Dê 3'emîn rûniştina doza ku Seda tê darizandin di 12'ê Îlonê de li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mûşê bê dîtin. Hevalên Sedaya ku li Girtîgeha Sîncanê tê girtin banga piştevaniyê kirin.
'Em her dem hedef hatine girtin'
Nûçegihana Jinnewsê Habîbe Eren got:"Ev 7 meh in ku Sedayê bi awayekî bê hiqûqî li girtîgehê tê girtin. Lêgerîna tazî li Sedayê ferz kirin. Gihaştina rastiyê ya ji bo gel her dem bi bedelên giran hatiye kirin. Em her dem hedef hatine girtin. Em bang dikin ku hemû rojnameger û aliyên demokrat beşdarî rûniştina Sedayê bibin."
'Em ê li dijî vê yekê têkoşîna xwe bidomînin û li Sedayê xwedî derkevin'
Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Bêrîvan Altan diyar kir ku ji bo rejîma tekzilamiyê bê avakirin dixwazin dengê çapemeniya azad qut bikin û got:"Hevala me bi awayekî neheq hat binçavkirin. Ji bo em rastiyê ranegihînin gel êrîşî me dikin. Em ê li dijî vê yekê têkoşîna xwe bidomînin û li Sedayê xwedî derkevin."
'Em li dijî yektîpê têdikoşin'
Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Dîren Yurtsever diyar kir tiştên tên jiyîn ji pêvojê ne qut in û got:"Em bi îktidarek yekperest rû bi rû ye. Kesên ku jê re bejna xwe netewîne zext û gefan li wan dide xwarin. Di vê pêvajoyê de piştevanî gelek girîng e. Em bang dikin ku hemû kes beşdarî rûniştinê bibin û bibin dengê Sedayê."