70 hezar xwendekar di girtîgehê de dema nû ya perwerdeyê pêşwazî dikin

  • 09:38 11 Îlon 2018
  • Rojane
Habîbe Eren
 
ENQERE - Li gorî daneyên Wezareta Dadê li girtîgehan 70 hezar xwendekarên girtî hene. Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku girtina xwendekaran a bi hezaran tê wateya ku li wî welatî faşîzm heye. Meralê got divê li dijî vê zordar û dijhiqûqiyê bi hemû hêza xwe ew li qada bin.
 
Ji 70 hezar xwendekarî 36 hezar û 33 xwendekarên ku qeyda wan li lîse, dibistanên onlîsans û lîsansê hene. 33 hezar û 268 xwendekar jî qeyda wan li bernameyên dibistana vekirîne.
Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş der barê vekirina dibistanan û hejmara xwendekarên li girtîgehê nirxandin kir. Meralê got li vî welatî evqas xwendekar girtîne û ev jî tê wateya ku li vî welatî faşîzm heye û wiha got: “Dewlet di nav tirs û eciziyek mezin de ye. Fatura rêveberiya xerab û krîza aborî li xwendekaran tê birîn. Zanîngeh ne xweser in. YOK bi tena serê xwe bi pirsgirêk e. Xwendekarên ku ez îfade dikim jî aliyê dînamîk yê xwediyê fikrên dewlemend in, ava dike. Li dibistanan dema tevlî xebatên zanistî dibin li aliyê din pergalê jî lêpirsîn dikin.”
 
Meralê di berdewamiya axaftina xwe de got herî dawî li hemberî xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî ji ber bertek nîşanî êrîşên li hemberî Efrînê dan, zext pêk hat û got ew bûne şahid ku xwendekar raste rast ji aliyê serokomar ve hedef hatine girtin û wiha pê de çû: “Dema serokomar dîrek hedef bigire daraz jî pêk tîne. Niha 10 hezar xwendekar sala nû ya perwerdeyê di girtîgehan de pêşwazî dike.”
 
‘Astengkirina mafê perwerdeyê li dijî destûra bingehîn e’
 
Meralê bi lêv kir ku xwendekarên bi KHK’ê hatine girtin û ji ‘endamtiya rêxistinê’ tên darizandin mafê wan ê ezmûnan jî ji dest hatiye girtin û ev pêkanîn li dijî destûra bingehîn e. Meralê her wiha destnîşan kir ku li gorî Destûra Bingehîn mafê perwerdeyê mafekî civakî ye û di vê çarçoveyê de divê dewlet hemû mafên perwerdeyê pêk bîne û her kes bi awayekî wekhev ji vî mafî fêdeyê bigire û wiha got: “ Di Peymanên Gerdunî yên Mafê Mirovan de li ser mafê perwerdeyê tê sekinandin û di xalên 26 û 27’an de tê gotin ku divê her kes bi awayekî wekhev ji perwerdeyê fêdeyê bigire. Lê astengkirina mafê perwerdeyê ya welatiyan, nêzîkatiyek tolgirtinê ye. Di demên dawî de desthilatdariyê berê xwe daye zanîngeh û xwendekaran. Ev jî nîşan dide ku çiqas ji xwendekarên xwe ditirsin. Ji xwendekarên ku govendê digerînin ditirsin. Ev jî tê wateya ku ji tiştên ku ew dikin ditirsin.Ez bang li hemû hêzên demokrasiyê dikim ku têbikoşin û zemîna têkoşînê tu car winda nekin. Ez bang li hikûmet û desthilatdariyê jî dikim ku ji welatiyên xwe netirsin û wan bê bîhn nehêlin.”