Nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk vegot: Di 12’ê îlonê de jin
- 09:37 11 Îlon 2018
- Rojane
Evrîm Kepenek
STENBOL -‘ Wê sibehê em li Qişlaya leşkerî ya Selimiye di koxuşa jinan de şiyar bûn. Darbe bibû. Lê bandora darbeyê ya li girtîgehan beriya vê çêbibû’. Ev gotin aydê nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk e. Mukaddes ya şahida darbeyê ye, diyar kir ku pêşketinên civakî, polîtîk û îktîsadî, êrîşa li hemberî Dayikên Şemiyê ji darbeya 12’ê îlonê ne serbixwetir e.
Darbeya 12’ê îlona 1980’yê ya li Tirkiyeyê ku bandorek mezin li ser hemû aliyê civakê kir, bi hezaran jin jî ji vê bi bandor bûn. Bi sedan jin di bin çavan de rastî îşkenceyê hatin û piraniya wan hîna di bin bandora wê de ne. Yek ji wan jinan nivîskar Mukaddes Erdogdu Çelîk e. Wê demê li Enstîtuya Perwerda Stenbolê xwendekara beşa Matematîkê ya pola duyem bû ye. Ji ber faliyetên polîtîk têkiliya wê ji dibistanê hatin birîn. Mukaddes ya yek ji jinên aktîf ya têkoşîna civakî bû, 3 meh beriya darbeyê hatibû girtin. Dema darbe pêk hat ew li koxuşa Bloka 4’emîn a Qişlaya Selimiyê ya Artêşa Yekem bû. Mukaddes wiha dibêje: “Em hişyar bûn. Em 50 jin bûn. Peywirdaran got ‘artêşê dest daniye ser dewlet ê. Ji vir şunde hun ne girtiyên siyasî ne, nûnerê we jî tune’. Du meh û nîv bû ez girtî bûm. Lê beriya darbeyê bandora darbeyê li girtîgehan bibû.”
Li girtîgehê komîsyona jinan hat avakirin
Mukaddesê bi lêv kir ku hevdîtina hefteyê ya du saet bûye daxistine saetekê û got: “Pirtûk hatin qedexekirin. Tevî hemû îşkence û şîdetê komîsyona jinan hat avakirin. Beyî biryara van komîsyonan jinan tiştek nedikir. Dema pirtûk dixwestin me pirtûk dida. Dema hevalek me dixwestin me nedida. Berxwedanek mezin hebû. Berxwedan û biryarbûna jinan, bi îşkence û qedexeyan dihat çewisandin.”
‘Ji bo Îrfan her tim li edeletê geriyam’
Mukaddesê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rojekê midûr hat koxuşa me. Piranî wê demê ji bo kesan bibin îşkencê ji koxuşê dibirin. Nûnera me got ez jî têm. Nûnera me li gel min bû. Midûr jî li wir bû. hevdîtinên telefonê dikir. Herî dawî ez qêriyam. Min got çi bûye. Digotin ‘em li bende dozgerin’. Dozger hat û got ‘Hevjînê te Îrfan duh xwe di hucreya xwe de darve kiriye.’ Min her tim ji bo Îrfan têkoşîn da û ez li edeletê geriyam.”
‘Êrîşa li hemberî dayikan ne tesaduf e’
Mukaddesê bi lêv kir ku 12’ê Adar û 12’ê îlonê ji hev cuda nikre bê nirxandin û got: “Desthilatdariya AKP’ê berdewama sazbûna civakî û îktîsadî ya 12’ê îlonê ye. Dema mirov wisa dinêrin êrîşa li hemberî dayikên Şemiyê jî ne tesaduf e. Niha em jinê 12’ê îlonê tên cem hev û diaxivin. Em niha pêvajoya darbeyek 3’emîn dijîn.Ev pêvajoy pêvajoyek gelek girane.”