Nîsan Alici: Wê pêvajoyek nû teqez hebe
- 09:35 11 Îlon 2018
- Rojane
STENBOL - Ji DEMOS’ê Nîsan Alici ku pêvajoya aştiyê ya Kolombiyayê dişopîne, diyar kir ku divê saziyên civaka sivîl, tevgerên jin û LGBT'iyan jî beriya pevajoya fermî dest pê bike, rojeva aştiyê bigirin rojeva xwe û got li Tirkiyeyê wê teqez ji nû ve pêvajoyek nû ya li ser maseyê rûnin dest pê bike.
Ji Navenda Lêkolîna Polîtîkayên Alternatîf û Aştiyê ya Demokrasiyê (DEMOS) lêkolîner Nîsan Alici yek ji kesên ku pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê şopandiye. Nîsan a ku bi lêkolîner Guneş Taşli re bi mehan li Kolombiyayê ma û lêkolîn kir rapora bi navê ‘Zayenda civakî û Aştî: Pêvajoya Kolombiyayê’ amade kir li ser pêvajoyê çareseriyê yên Tirkiye û Kolombiyayê axivî.
Nîsanê diyar kir ku taybetiya herî mezin a aştiyê ya li Kolombiyayê ev e ku bi nêrîna zayenda civakî hatiye amadekirin û cudahiya din jî tevlîbûna jinan û LGBT'î ya pêvajoyê ye. Her wiha got mexdûr jî tevlî vê pêvajoyê bûne û komîsyonên girîng hatine avakirin.
‘Pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê têk çû’
Nîsanê diyar kir ku pêvajoya aştiyê ya di 2013’an li Tirkiyeyê hatiye destpêkirin di 2015’an de bi dawî bûye û got: “Li Kolombiyayê pêvajo berdewam dikir û li Tirkiyeyê têk çû. Tişta herî girîng ya me li Kolombiyayê dît ev bû pêvajoya wir bi amadekarî û bi tecrube bû. Beriya pêvajo bê destpêkirin li wir rojeva aştiyê û xebatên aştiyê yên civaka sivîl hebûn. Dema pêvajoya fermî jî dest pê kir bi awayekî topyekun wek tevgera aştiyê ket jiyanê.”
‘Tevgereke jinan a li herêmê belav bûye heye’
Nîsanê destnîşan kir ku tevgera jinan a li herêmên cuda yên Kolomiyayê belav bûye hene û ev rêxistinên jinan jî hema hema qadên xebatê de çareserî ne û got: “Ev rewş ne rewşeke ku li Tirkiyeyê tê dîtinê ye. Di mînaka Kolombiyayê de rêxistinên jinan û LGBT'iyan ligel hev têdikoşin. Di metna peymanê de der barê LGBTÎ’yan de gelek destkeftî tên jiyîn. Lê dema bertek li hemberî vê tê nîşandan, destkeftiyên tên xerckirin mafên LGBT'iyan tê dîtin. Wek pêşîgirtin jî tevgerên jinan û LGBT'î bi hev re bertek nîşan didin.”
‘Beriya pêvajoyê divê mirov xwe amade bikin’
Nîsanê balkişand ser nokteyek din a pêvajoya Kolombiyayê û got: “Hevparbûna hemû daxwazan girîng e. Divê mirov li dora rojeva aştiyê bên cem hev û ji bo hevparbûna daxwazan bisekinin. Ji bo vê jî divê mirov xwe zêdetir birêxistin bikin û bi daxwazên zelak pêş bixînin.”
Nîsanê li ser pirsa ‘Li Tirkiyeyê dikare pêvajo ji nû ve dest pê bike? wiha got: “Ev teqez wê bibe. Pêvajoyên aştiyê di carekê de nabin. Pêvajoyên demdirêj in. Pevajoya pevçûnê hebe jî wê ji nû ve pêvajoya aştiyê dest pê bike. Wê maseya aştiyê bê avakirin.”