‘Heta dawiyê em ê dozê bişopînin’
- 09:31 11 Îlon 2018
- Rojane
Rojda Aydin
MÊRDÎN - Hevjîne Mehmet Pîtekê ku di 1’ê Nîsana 2016’an de bi guleyê hat kuştin Kîymet Pitek diyar kir ku wê derbarê qetilkirina hevjînê xwe de serlêdana sûc kiribû. Lê li gel ku ewqas dem derbasû jî wna tu encam negirtiye.
Di 1’ê Cotmeha 2015’an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê berxwedana rêvebirina xweset hat destpêkirin qedexeya derketina derve hat îlankirin. Di dema qedexeya ku di pêvajoya şerê li nisêbînê de hat îlnakirin gellek kes hatin kuştin. Malbatên kesên ku di pêvajoya qedexeya hat îlankirin û şerê derket de jiyana xwe ji dest dane derbarê mîjarê de serlêdana sûc kirin. Lê li gel ku sê sal derbas bûne jî hîn tu encam negirtine. Ji van kesan ku serlêdana sûc kirine yek jî hevjîna Mehmet Pîtekê ku li taxa Barişê di 1’ê Nîsana 2016’an de bi guleya hêzên dewletê hat kuştin Qûmet Pîtek e. Qîmet Pîtek ji bo hevjînê xwe Mehmet Pîtek ku hat kuştin serlêdana sûc kiriye û doz li hikûmetê vekiriye. Lê hîn tu encam ji dozê negirtiye. Qîmet, diyar kir ku wê dev ji doza xwe bernede û heta doz bigihîje encamekê wê bişopînin.
Qîmet, di destpêka axaftina xwe de got ku li Nisêbînê şer hebû û mala wan jî li taxa Barişê bûye, anî ziman ku wê demê dengê çekan gellek zêde bû, bajar bibû qada şer û wiha berdewam kir: “Li taxên dinê şer hebû. Li taxa me şer tunebû. Wê demê ji ber şer gellek kes hatin kuştin. Ji van kesan yek jî hevjînê min Mehmet Pîtek e. Dema ku şer hebû ez û hevjînê xwe bi tenê li malê bûn. Hevjînê min digot min bi zorê ji mal derxin jî ez ê neçim cihekî.”
‘Di 1’ê Nîsanê de birînên me nû dibin’
Qîmetê di dirêjiya axaftina xwe de got ku hevjînê wî di 1’ê Nîsanê de hatiye kuştin û wiha behsa bûyerê kir: “Serê sibehê rabû û got ku ez ê cigareyê vexwim. Cixare hîn di destan de bû û vênexistibû. Çawa derket li ber derî nîşangirekî bi gûle hevjînê min kuşt. Hevjînê min wê demê di Şaredariya Nisêbînê de dixebitî. Hevjînê min bêsûc bû û lê kuştin. Îro parçeyek jiyana min kêm e.”
‘Ez teyrekî bûma û bifiriyama ezmanan…’
Qîmet, di berdewama axaftina xwe de got ku ji wê rojê vir de rojên zehmet derbas kirine û wiha berdewam kir: “Me Êşa mezin dît û hîn jî berdewam in. Ez niha bi dermanan li ser piyan me. Tişta ku me wê demê dît tiştekî gellek mezin bû. Li taxa me qedexe tune bû, lê dewletê hevjînê min kuşt. Di taxa me de gel hîn hebûn û me digot em ê ji taxa xwe dernekevin. Piştî ku hevjînê min hat kuştin em neçar man ku derkevin. Em di roja 22'yê qedexeyê de çûn çûn gundê Atxê. Hevjînê min digot 'Ez teyrekî bûma û bifiriyama ezmanan û min rewşa Nisêbînê ragihanda.' Piştre me xwest ku em vegerin lê destûr nedan ku em bên taxê. Dema me cihên hilweşyayî didîtin em lal dibûn. Tişta em jiyan nayê vegotin. tenê mirov dikare bijî.”
‘Her saniyeyek jiyana me êş e'
Qîmet, di dawiya axaftina xwe de got ku ji ber hevjînê wê ji aliyê dewletê ve hatiye kuştin doz vekiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber hevjînê min ji aliyê dewletê ve hat kuştin me serlêdana sûc kir. Niha doza me hîn berdewam dike û demek dirêj di ser re derbas bû. Lê hîn jî bi encam nebûye. Ji wê rojê heta îro tu tişt negûheriye. Êşa me tu carî naqede."