'Dewleta tirk bi dagirkirina Efrînê sûcê mirovatiyê kiriye'
- 09:15 11 Îlon 2018
- Rojane
Sorgul Şêxo
TIL TEMIR - Jina Êzidî ya bi navê Kîbar Îbo derbarê kiryarên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê da zanîn ku bêdengiya rêxistinên navneteweyî ji rêgezên mirovahiyê re xizmet nake, tenê ji berjewendiyên kesayetî re xizmetê dike û got:"Niha li Efrînê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê sûcên mirovatiyê dikin û rêxistinên mafên mirovan li dijî vê yekê erka xwe bi cih nînin. Ev yek tenê ji berjewendiyên kesayetî û kapîtalîzmê re xizmetê dike. Divê dawî li vê bêdengiyê bê."
Jina Êzidî ya bi navê Kîbar Îbo bertek nîşanî pêkanînên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li Efrînê da û got:"Dagirkerî jî sûcekî mirovatiyê ye. Dewleta tirk bi dagirkirina Efrînê sûcê mirovatiyê kiriye û li dijî bidestsxistina mafên rewa yên mirovan bûye asteng."
Kîbar Îbo da zanîn ku Êzidî ji gelek fermanan derbas bûye û ji dîrokê heta niha bi êrîşên mezin rû bi rû mane û wiha got:"Dewleta tirk ji ber ku alîkarî dida DAÎŞ'ê herî dawî bû sedema fermana 73'emîn. Hem bû sedema fermana li ser Êzidiyan hem jî Efrîn dagir kir. Niha dewleta tirk dibêje ku ew ji bo aştiyê û demokrasiyê xizmet dike. Lê dema ku em li pêkanînên Efrînê û Bakurê Kurdsitanê dinêrin, em dibînin ku ev gotin derew e. Ji bo aştî û demokrasî pêk were divê di destpêkê de derew neyê kirin."
'Dewleta tirk bi dagirkirina Efrînê sûcê mirovatiyê kiriye'
Kîbarê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Niha li Efrînê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê sûcên mirovatiyê dikin û rêxistinên mafên mirovan li dijî vê yekê erka xwe bi cih nînin. Ev yek tenê ji berjewendiyên kesayetî û kapîtalîzmê re xizmetê dike. Divê dawî li vê bêdengiyê bê. Dagirkerî jî sûcekî mirovatiyê ye. Dewleta tirk bi dagirkirina Efrînê sûcê mirovatiyê kiriye û li dijî bidestsxistina mafên rewa yên mirovan bûye asteng. Çi dibe bila bibe em ê wekî Êzidî her dem di nava berxwedanê de bin. Em ê nehêlin ku fermanên din pêk werin. Divê em hemû kurd li dijî kiryarên dewleta tirk ên dijmirovî bibin yek û li berxwe bidin."