'Li Efrînê pêkanînên dijmirovî tên kirin'
- 09:14 11 Îlon 2018
- Rojane
Sorgul Şêxo
TIL TEMIR - Malbata ku piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê derbasî Efrînê bûn anîn ziman ku li Efrînê pêkanînên dijmirovî tên kirin û gotin:"Dewleta tirk gel dixapîne û dibêje 'me demokrasî aniye Efrînê' lê ev yek ne rast e. Dema ku em vegeriyan Efrînê em bi zilim û îşkenceyan rû bi rû man."
Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê gelek malbatên ku ji wir koç kirin dîsa vegeriyan. Yek ji malbatên ku vegeriyan Efrînê û bi zilm û zordestiyê rû bi rû ma Şêrîn Bîlal e. Şêrînê diyar kir ku ew, hevjîn û du keçên xwe dîsa vegeriyan Efrînê lê poşman bûne û got:"Hovîtiya dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê, bû sedem ku em ji Efrînê derkevin û li Til Temirê bi cih bibin. Bila kes ji derewên dewleta tirk bawer neke. Çimkî me bi çavên xwe dît ku li Efrînê çawa zilmê li mirovan dikin."
Em hatin xapandin!
Şêrîn Bîlal da zanîn ku ji wan re hatiye gotin Efrîn êdî aram e lê ew hatine xapandin û wiha got:"Em dema ku vegeriyan Efrînê em du mehî li wir man. Me dît ku gelek zilmê li gel dikin. Mirovan direvînin, malên wan talan dikin, destdirêjiyê dikin û demokrasî tune ye. Zarokan di temenê biçûk de dizewicînin."
'Çarşefa reş li ser jinan ferz dikin'
Şêrînê bi lêv kir ku li Efrînê yên ku herî zêde zilim li wan tên kirin jin in û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Li Efrînê nahêlin ku jin tena serê xwe derkevin û çarşefa reş li ser wan ferz dikin. Her cureyên îşkenceyê li dijî jinan pêk tên. Vê yekê jî di binê navê îslamiyetê de pêk tînin. Dewleta tirk gel dixapîne û dibêje 'me demokrasî aniye Efrînê' lê ev yek ne rast e. Dema ku em vegeriyan Efrînê em bi zilim û îşkenceyan rû bi rû man. Hovîtiya dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê, bû sedem ku em ji Efrînê derkevin û li Til Temirê bi cih bibin. Bila kes ji derewên dewleta tirk bawer neke. Çimkî me bi çavên xwe dît ku li Efrînê çawa zilmê li mirovan dikin. Heta ku em ji zilma dewleta tirk û çeteyên wê rizgar bûn, gelek pere ji me girtin û îşkence bi me kirin. Çeteyên li wir xwe li ser xwîna mirovan li ser piyan dihêlin. Zilmek gelek mezin li mirovan dikin. Hêviya me ew e ku Efrîn ji destên dagirkeran rizgar bibe û em dîsa vegerin ser axa xwe."