Tahliyeyên di doza Aladagê de birin meclisê
- 14:52 10 Îlon 2018
- Rojane
EDENE - Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari, berdana bersûcên doza Yurda xwendekaran a Ala dag ku 11 jê xwendekar 12 kes şewtîn û mirin ji Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul pirsî.
Li navçeya Aladag a Edeneyê, di 29’ê Mijdara 2016’an de, di wargeha Xwendekarên Keç a Dibistana Navîn a Komeleya Alîkariyê ya aîdê Suleymancilarê de şewetê rû da, 11 jê zarok 12 kesan jiyana xwe ji dest dan û 24 xwendekar jî birîndar bûbûn. Midûrê yurdê jî di navde der barê 14 bersûcan de doz hatibû vekirin û heta 15 salan ceza ji wan dihat xwestin. Doz li Dadgeha Cezayên Giran a Kozanê hat dîtin. Di danişîna duh de bersûcên girtî Midurê Yurda Zarokan Cuma Ali Genç û Serokê Komeleya alîkariya Xwendekarên Dibistan û Kursa Aladagê Îsmail Ugur ku girtî dihatin darizandin serbest hatin berdan.
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatimogullari, berdana bersûcên doza Yurda xwendekaran a Aladag ku 11 jê xwendekar 12 kes şewtîn û mirin ji Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul pirsî. Wekîla HDP’î Hatimogulari ev pirs ji wekîl Gul pirsîn:
Bersûc Cumalî Genç û Îsmail Ugur li gel ki bi qusûr in jî dîsa bi hinceta "Kêm qisûr" in hatin berdan. Di bûyera ku 12 kesan têde jiyana xwe ji dest dan de gelo divê wekî bi qisûrê eslî neyê dîtin?
* Di şewatê de 10 xwendekarên jin û zarokek a 6 salî û mamosteyekî jiyana xwe ji dest dan. 22 xwendekar jî birîndar bûn. Berpirsiyariya ve yekê aydê kê ye?
* Di nivîsa şaredariya Aladage ku pêşkêşî dadgehê kir de diyar dike ku projeya avahiyê, îzna îdarî, projeya wê ya ceyranê tune ye. Rapor li gorî çi hatiye amadekirin.
* Li gorî qanûnan diviya bu ku zarok ne li vê avahiyê bûn. Heta diviya bû ku ev avahî tune bûya. Di vê mijarê de erkdarên ku berpirsiyar wekî qusûra dawî çawa dikare bên dîtin?
* Raste ku midûrê perwerdehiya neteweyî mexdûr arastayî yûrdê kiribin. Dîsa tê gotin ku bi riya bankayê ji bo her malbatekê 15 hezar TL pere li ser hesabê wan razandine. Ev yek rast e? Heyetê ev yek lêkolîn kiriye? Ger ku tiştekî wisa hebe we ev tespît kiriye?
* TEDAŞ û Agirkujê tespît kiriye ku malzemeyên pêwist ên agirkujê tune ye. Der barê van derfetan de lêkolîn hatiye kirin?
* Bi xeynî peywirdarê dibistan û yûrdê tu para rayedarên cemaweriyê di nava vê yekê de tune ye?
* Çima di serdema dozê de bi awayekî dijzagonî xebatên tarikatê hatine meşandin.
* Der barê vê dozê de dê di pêşerojê dexabatên wezareta we dê çi be?"