Mala Kooperatîfan Parka Hevaltiyê vekir
- 13:16 10 Îlon 2018
- Rojane
TIL TEMIR - Bi armanca pêşxistina rihê komînaltiyê, li Gundê Menaxê Mala Kooperatîfan "Parka Hevaltiyê" ava kir.
Bi armanca pêşxistina rihê komînaltiyê, li Gundê Menaxê Mala Kooperatîfan "Parka Hevaltiyê" ava kir. Endamên Meclîsa Kongreya Star, TEV-DEM û bi dehan kes beşdarî vekirina Parka Hevaltiyê bûn.
Di destpêka vekirina parkê de ji bo berxwedêrên azadiyê rêz hat girtin. Park ji aliyê Dayika berxwedêr Emîr, Sediya Ehmed ve hat vekirin. Li ser navê Rêveberiya Asayişa Til Temirê, Rêveberiya Mala Kooperatîfan û Rêveberiya Şaredariya Bajarokê Qibûr Xeracinê axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de hat gotin ku divê ev parka rihê komînaltiyê di navbera gelan de ava bike û bi rihê wekheviyê bingeha civakek azad û serbixwe bê avakirin.