Qazê ji bavê xwe hînî dermanên xwezayî bûye

  • 09:04 10 Îlon 2018
  • Rojane
MEXMÛR - Qazê Talî qala çend dermanên xwezayî ku ji bavê xwe hînbûye kir û got: "Çil tovikên tirî li gel çil livên mewîjên reş, dixist nava hev û di hawind de baş hur dikir,  dermanê mîdê."  
 
Qazê Talî di nava gel de weke Qaza Arif tê nasîn. Qazê gelek dermanên xwezayî dizane û ji bo gelek derdan derman peyîda dike. Qazê ji bavê xwe hînî dermanên xwezayî bûye. Bavê Qazê Arifê Mele Sadiq weke navê xwe Arif û zanabû. Ji her giyayekî dermanek çêdikir. Heskirina wi ya xwezayê û tedawîkirina mirovan gelek zêdebû. Li gel temenê wî gelek mezinbû jî ji bo berhevkirina giyayekî bi rojan rê diçu. Heskirina wi ya xwezayê nedihişt ku biweste. Her dem dixwest tiştên dizane bide derdora xwe jî. Dema ku ji bo dermanekî diket rê hewil dida çend ciwanên gund jî bi xwe re dibir hem cihê ku ew giya lê şîn dibe hem ew giya kirina derman û hem jî ji bo çî derdî tê bikaranîn nîşan dida. Qazê da zanîn ku her dem bavê wê dixwest dermanên dizane hînî wan jî bike lê ew gelek bi baldarî nêz nebûne. 
 
Qazê çêkirina çend dermanan ku niha bi me re parvkir, em ê jî hewil bidin binivisin û bigihînin ber destê temaşevan û xwendekarên xwe. 
 
'Totiyar dixist nava kilê siphanî'
 
Qazê da zanîn ku ji bavê xwe hînî çêkirina wan dermanan bûye û wiha berdewam kir: "Bavê min Arifê Mele Sadiq jî ji bavê xwe hînî çêkirina van dermanan bûye. Gelek derman çêdikir, ji yên di bîra min de mane yek ji wan jî totiyar e. Totiyar dixist nava kilê siphanî, li çav dida. Wî dermanî çav diparast û pêşî li kêmbûna ronahiya çav digirt. Her dem ji mere digot van dermanan hîn bibin, lê me gelek guhê xwe nedida çêkirina van dermanan. Ev derman hemû bi awayek niviskî di Kitêba bavê Mela Avdula debûn. Mereqa bavê min ya çêkirina van dermanan hebû ji ber wê hem li bavê xwe guhdarî kiribû, hem jî diçu gel Mela Avdula ji kitêba wî hîndibû." 
 
Qazê çêkirina dermanên ji tovikê tirî jî wiha anî ziman: "Bavê min tirî kom dikir ew livikên wan ên sor jê dikir û dixist nava mewîjên reş. Çil tovikên tirî ên sor li gel çil livên mewîjên reş, dixist nava hev û di hawind de baş hurdikir û dikir dermanê  mîdê. Bi rêya wî dermanî mîde rehet dibû. Lê divê kêsê ku bixwe an li rêyek dur biçe yan ji li ber agir baş germ bibe û xuhdan bide, heya ew birîn rehet bibe. Dema ku rehet bibe jî cihê wê kule, ji bo ew birîn baş bibe hewceye yan hinek difs vexwe, an hingiv an jî şorbeyek germ ji bo başbibe. Qesirmehmûd a li vî çiyayî çêdibe jî dermanê paqijkirina mîdê ye. Li nava avê weke çayê baş tê kelandin û her roj serê sibê zu bi qasi kefçiyek xwarinê kên ku bixwin mîdeya wan paqij dibe. Giyayek din jî li vî çiyayî çêdibe, dermanê zikêşêye, ne opentîzbe hemû cureyên zikêşê baş dike."  Herwiha Qazê destnîşan kir ku yên mideya wan kulbe li cihê çayê divê catira hişk kirî bikeline û vexwe.
 
'Tovê rêvasan û hingiv dermanê bayê ye'
 
Qazê dermanê ji tov û rihên rêvasan jî çêdibin wiha vegot: "Bavê min tov û kokên rêvasan dixist nava hingiv dikir dermanê bayê. Tovikê wan û rayê wan weke heve her du jî dibe. Dema ku tov an jî qurmê rêvasan baş hur dikir û dixist nava hingiv baş tev dida dide xwarin. Ev dermanê bayê ye yên badigire ev weke derman dida nexweşan. her wiha Sîr hur dikir û dixist nava hingiv baş li hev dida û dixist firaxek fafîn çil rojan li bendê dima paştî çil rojan vedikir her roj serê sibê kefçiyek li xurînî dida xwarin."
 
Tiriyê maran li hinek deveran navê wî rezikê ruviye jî bavê Qazê Arif çawan jê derman çêkiriye em ê niha ji Qazê guhdar bikin: "Giyayek heye li gel me jê re dibêjin tiriyê maran rihên wî giyayî derdixist hurdikir hişk dikir. Bi wî awayî dikir dermanê bawesîrê, hem dixist nava şekir dida yên bawesîra wan heyî, yan jî dixist nava hingiv dida wan. Rihên wî giyayî weke wêneyê zarokan e, weke ku cinsiyeta wan ji diyar e hinek ji wan rehan nêr hinek jî mê ne." 
 
'Livikên kinêran jî dixist dermanê bawesîrê'
 
Qazê bilêv kir ku ne tenê tiriyê maran çend tiştên dinê jî dermanê bawesîrê ne, ji ber çend rengên bawesîrê hene û wiha pêde çû: "Livikên kinêran jî dikir dermanê bawesîrê, hema wiha dida xwarin, ne dixist nava tiştekî. Serê kelendoran jî di hindirê wê de tov heye, tanî dixist nava avê yê serdiket davêt yê bindiket ziwa dikir û dikir dermanê bawesîrê. Çend rengê bawesîrê hene, hinek dikeve cigera wan, hinek dibe ba dikeve laşê wan, hinek ji dikeve nefsa wan. Ji ber wê dermanê wan jî cuda cuda çêdikir. Pelê zeyîtunan jî dikeland heya ava wê tir dibû paşê dixist nava rûnê mirîşkên esilî. Bawesir qevzbunê jî çêdike ev derman ji bo yên qeviz jî dibe." 
 
Qazê destnîşan kir ku hewceye hemû derman li gorî demê hatî diyarkirin bên bikaranîn û wiha dom kir: "Hemû derman divê li gorî hatî gotin bê xwarin, nabe piştî xwarinê bên xwarin. Weke mînak hingiv ger ne pêşiya xwarinê tenê kefçiyek bi nanê tirş bixwe, piştî xwarinê weke şîrînî dibe êdî nabe derman."