Serebên ku qeyûm venake pêşî li nexweşiyan vedikin
- 09:03 10 Îlon 2018
- Rojane
WAN - Li taxa Yeniboyaliyê bi salan e xebatên binesaziyê nayên kirin. Ji ber ava serebên ku nayên vekirin dar û zevî hişk bûne û ji ber bêhnê zarok nikarin li kolanan bilîzin. Jinên li taxê niştecih bertek nîşanî qeyyûm dan û gotin ku qeyyûm ji gel re xîzmetê nake.
Piştî ku qeyyûm tayînî şaredariyên DBP'ê hatin kirin û şûnde pêkûtiyên wan naqedin. Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê li taxa Yeniboyaliyê avên sereban yên ku ji avrêj û serşoyê diherikin taxê, pêşî li gelek nexweşiyan vedikin. Nişetecihên taxê nêrazîbûn nîşanî qeyyûm dan û gotin ku ji ber ava sereban ya qirêj dar û zeviyên wan hişk bûne û gotin ji vê avê xweza, mirov û ajal tev zirarê dibînin.
'Ji ber bêhnê em nikarîn derbikevîn derve'
Ji jinên li heman taxê rûdinên Sevkiyat Atmaca anî ziman ku ava serebên nayên riya wan nayê çêkirin zirarê dide gel û got ku ew nikarin derbikevin derve û wiha axivi;" Ji ber ku xebatên binesaziyê li vê taxê nayên kirin ava serebên ku nayên tamîrkirin tev li kolanan diherike û Bêhneke pîs li taxê belav dibe. Vê avê mirîşkên me vedixwin çûk vedixwin û her wiha darên me, zeviyên me jî jê zerarê dibînin. Em ji ber bêhnê nikarîn derbikevîn derve. Em 12 sal in li vê taxê dijî û ev 12 sal e ji kaniyên li mala me ava vexwarinê naherike. Bi ava sondajê em karê xwe dikin. Ji bo ava vexwarinê em bi metreyan dimeşîn diçîn jorê taxê avê vedikêşin. Di demsala havîn û zivistanê de em heman zehmetiyê dikşînîn. Zivistana vir pir zehmet derbas dibe. Ji ber vê jî em zivistanê di warê kişandina avê de gelek zahmetiyan dibînin. Beriya ku Qeyûm tayînî şaredariyê bike li vir xebat hatibû destpêkirin. Lê piştî ku qeyyûm hat ev xebat hat sekinandin. Qeyûm ji gel re tu xizmetê nake. Divê ev pirsgirêk demlidest bê bidawîkirin."
'Ji ber ava qirêj hemû dar û baxçeyên me hişk bûn'
Refîka Ulaş jî bi lêv kir ku ew bi salan e zilmê dibînin û got ku ji ber ava serebê zarokên wan û ajal tev zerarê dibînin û wiha got:" Ji ber ava qirêj zarokên me nikarin li derve bilîzin. Tamîrkirina sereban berpirsyariya şaredariyê ye. Darên me ji ber ava serebê hemû hişk bûne. Îsal fekiyê ku me çand jî nebû. Baxçeyên me hemû hişk bûn ji ber ava qirêj. Em her roj bi bîdonan bi metreyan dimeşîn û avê dikêşin. Bi rastî em pir zehmetiyê dikşînîn. Ez bi xwedîkirina çêlekan debara xwe dikim û her roj li gel bîdonan çêlekên xwe jî dibim ser avê. Em dixwazîn pirsgirîka ku 12 sal e nehatiye çareserkirin bê çareserkirin."