Pêşengên Şoreşa Rojava dê bibin pêşengên çareserkirina kirîza li Sûriyeyê
- 09:02 10 Îlon 2018
- Rojane
Sorgul Şêxo
TIL TEMIR - Endama Meclisa Zagonsaz Haystan Xelef geşedanên siyasî ku li Sûriyê diqawimin nirxand. Haystanê diyar kir ku jinên pêşengtiya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê kirin dê bibin pêşengên çareserkirina krizîra ku Sûriye tê re derbas dibe."
Herêm Rojavayê Kurdistanê di pêvajoyeke girîng re derbas dibe, hêzên hegemonik dixwazin desthilatdariya xwe li ser herêmê feriz bikin û xwe wekî ku li Sûriyeyê bi cih kirine li herêmê jî bi cih bikin. her wiha bûyera ku li Qamişlo rû da ku di encama êrîşê de 13 leşkerên girêdayî rêjîmê hatin kuştin û 7endamên Asayîşê şehîd bûn û yek jî birîndar bû jî encama van lîstikên qirêj in. Endama Meclisa Zagonsaz Haystan Xelef mijarên ku me anîn ziman nirxand.
Haystanê derbarê rewşa Sûriye tê re derbas dibe her wiha hêzên ku dixwazin serweriya xwe li ser Sûriyê feriz bikin de nirxandin kir û wiha got:" Sûriye bûye navneda şerê cîhanê yê 3'emîn. Ji ber dewlemendiya xaka Sûriyê hemû hêzên hegemon LI ser xaka wê ji bo bidestxistina berJewndiyên xwe, şer dikin. Bi hezaran zarok û jin tên qetîlkirin ji ber hesabên qirêj ên hêzên hegemonîk."
Rûsiya û Emerîka berpirsê kizîra Sûriyê ne
Haystanê Rûsiya û Amerîkayê wekî berpirsiyarên domandina krîza li Sûriyê pênase kir û wiha pêl da axaftina xwe:" Sûriyê bûye navneda şerê cîhanê yê 3'emîn. Îran, Rûsiya ,Emerîka û Tirkiyê berpirsên şerê ku heta vê kêliyê li Sûriyê dewam dike ye. Ser qetîlkirina gelê Sûriyê û rijandina xwîn gel dixwazin berjewendiyên xwe pêk bînin. Ji ber dewlemendiya xaka Sûriyê hemû hêz dem bi dem xwe li Sûriyê bicih dikin û mînaka wê ya herî berbiçav jî dewleta tirk e."
Dixwazin Qamişlo veguherînin qada şer
Haystanê bûyera ku li Qamişloyê rû da ku di encamê de şehîd û birîndar jî çêbûn nirxand û wiha pêde çû:"Rêjîma Baasê aramiya bajarê Qamişloyê hedef digire, herêmên ku bi xwîn û xwêdana gel û bi hêza şervanên wê hatine rizgarkirin dixwazin veguherînin qada şer û nakokiyan. Lê ew rastî berxwedaneke bêhempa hatin û di êrîşê de hat aşkerakirin ku çiqasî xwedî zihniyeteke şerker in û aramiya gelan hedef digirin."
Pêşengên Şoreşa Rojava dê bibin pêşengên çareseriyê
Haystanê rol û misyona jin û ciwanan di çareserkirina kirîza Sûriyê de jî nirxand û wiha dawî li axafitna xwe anî:"Di şerê ku li herêmê û li Sûriyeyê hat meşandin de herî zêde jin û zarok jê bi bandor bûn. Lê jinên fermanda ku pêşengtiya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê kirin niha dikarin ji kirîza Sûriyê re bibin bersiv. Di vir de erka herî zêde dikeve ser milên jin û ciwanan. Divê jin û ciwan hêza xwe ya rêxistinê xurt bikin û ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê, têkoşînê bilind bikin."