Li Efrîna ku 20 kes hatin revandin teqîn pêk hat

  • 19:02 9 Îlon 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrînê di nava 24 saetan de zarok û jin jî di nav de hat ragihandin ku 20 kes hatiye revandin û li navenda bajêr jî teqîneke mezn pêk hat.
 
Hêza Leşkerî ya Tirk (TSK) û Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) li bajarê Efrînê ku di bin serweriya wan de ye ji duh ve liv û tevgereke zêde heye. Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) di nûçeya ku weşand de diyar kir ku çeteyên bi navê Ehrar El-Şam şeva din saet derdora 12:00`an bi ser gund de girt û bê sedem 10 welatî, di navde zarok jî hene, revandin.
 
Navên kesên ku hatin revandin wiha ne: Hesen Menan Mustefa (45), Îsmaîl Menan Mustefa (43), Subhî Menan Mustefa (40), Mustefa Xelîl Ebdullrehman (25), Mezlûm Ehmed Mustefa (25), Ismet Reşîd Midewer (30), Ferhad Mustefa (17), Ehmed Hesen Mustefa (16), Menan Îsmaîl (15) û Ebdo Xelîl Abdullrehman (18).
 
Çavkaniyên li herêmê diyar kirin ku kesên sivîl birine ku ne diyar e û gotin ku kesên tên revandin îşkence dikin, her wiha hat diyarkirin ku sivîlê bi navê Ebdo Xelîl Ebdulrahman jî hatiye birîndarkirin.
 
Herwiha Ehrar El Şam, duh jî ji gundê Kurzelê yê navçeya Şêrawa yek jê jin 10 kes revandibûn.
 
Îro jî hat ragihandin ku îro danê nîvro li nêzî Hola Jin a li Cadeya Fil a navenda bajarê Efrînê teqînek mezin pêk hat.
 
êkildarî encama teqînê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
 
Hate ragihandin ku li Efrînê rewşekî awarte heye û di nava artêşa Tirk û çeteyên wê de jî metirsiyek mezin heye.