'Perwerde bêngeha rêxistinkirina jinê ye'
- 13:01 9 Îlon 2018
- Rojane
Lîlav Elî
ŞEHBA -Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê ji bo 15 rojan Perwerdeyek bi tevlîbûna 30 jinî da dest pêkirin.
Bi armanca pêşxistina zihniyeta jinê û xurtkirina îradeya jinê Yekîtiya Jina Azad a Kantona Şehbayê Perwerdeyek bi navê Şehîd Alcîn ya ku wê 15 roja bi tevlîbûna 30 jinên ji Yekîtiya Jina Azad ya Kantonan, Mala Jinê, hemû Meclîsên Kantona Şehbayê û navçeyên wê da destpêkirin.
Di perwerdeya 15 rojan ya ku wê seet ji 9'ê sibehê ve dest pêbike û heta 5'ê êvarê bê berdewamkirin de wê li ser Şêwaza xîtabetê, civaka xwezayî, civaka cinsiyet peresit, dîroka jinê, jinolojî, çand û exlaq, jin û siyaset, civaka Netewa Demokratîk, şerê tayîbet, dîroka Rojava, rexine û rexne dayîn, rasitiya Rêveberiyê jin bên perwerdekirin.
Derbarê mijarê de jinên tevlî perwerdeyê bûn diyar kirin ku ji ber perwerde û rêxistinbûyîn bêngeha jiyana wan e wê heta dawiyê li ser fikir û Felsefeya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocelan xwe perwerde bikin.
'Em ê heta dawî li ser fikra Rêber Apo bin'
Hevseroka Meclîsa Navçeya Ehrezê Henen Sulêman diyar kir ku cara yekem e perwerdeyek xweser ji bo jinên Kantona Şehbayê tê dayîn û anî ziman ku ev jî bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ye, û wiha got:" Ji bo ku em ji bin bandora zîhniyeta baviksalar a bi salan e li ser me hatiye ferzkirin derkevin û dîroka xwe nas bikin em tevlî vê perwerdeyê bûn. Her wiha ji ber ku bi saya Felsefeya Rêber Apo em îro li vir in û gihêştine asata ku tevlî perwerdeyan bibin, em soz didin ku heta dawiyê li ser fikir û felsefeya Serokê gelan Abdulah Ocelan xwe perwerde bikin."
'Ji bo ku em dîroka xwe nas bikin perwerde girîng e'
Hevseroka Şaredariya Navçeya Fafînê Nesrîn Şêxo jî wiha got:" Perwerdeya ku hatiyê destpêkirin di bin navê Şehîd Alcîn de ye û bi fikir, felsefeya Rêber Apo ya ku bi salan e ji bo azadiya jinê tekoşîn daye ev perwerde tê dayîn. Ev perwerde dihêle ku em xwe baş nasbikin, çawa tevlî civakê bibin û rola xwe zêdetir di nav civakê de bileyizin. Her wiha ji bo ku em baş dîroka xwe nas bikin em wek jinên Kantona Şehbayê her tim xwe perwerde bikin."
Endama koordinasiyona Kongirey Star a Herêma Efrînê Hêvîn Sulêmen a ku hestîn xwe vegotin anî ziman ku armanca wan ji dayîna perwerdê pêşxistina zihniyeta jinê li Kantona Şehbayê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe :" Ji ber ku di dîrokê de bi tayîbet piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ li Kantona Şehbayê rola jinê di nav civakê de hêdî hêdî tune bû, lê belê piştî Şehba hate rizgarkirin ji nû ve jin rola xwe leyisit û ji bo xwirtkirina îradeya jinê ev perwerde hatiye destpêkirin. Îro tevlîbûna jinên Kantona Şehbayê ya perwerdeyê gavek mezin e. Ev pewerde wê guhartineke mezin di zîhniyeta li wan hatiye ferzkirin de çêbike, wê pirisgirêkên civakê çareser bike û wê jin dîroka xwe bi xwe binivîsin."