Dayika Şemiyê Hanim Tosun: Hun çima ji bêdengiya me ditirsin?

  • 09:20 9 Îlon 2018
  • Rojane
STENBOL- Dayika Şemiyê Hanim Tosun pirsa, çalakiya runiştinê ya ku di şertên herî zehmet de pêk anîne çima niha hatiye qedexekirin kır  û wiha got: “Her kes dizane çalakî çalakiyek bêdeng e. Em jî vê fam nakin. Çima ji bêdengiya me ditirsin?”
 
Dayikên Şemiyê ev 23 sal in li Qada Galatasayê çalakiya runiştinê pêk tînin û aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin dipirsin. Wezareta Karên Hundir ya bi salane dayikan nabîne û nabihîze, çalakiya wan ya 700’emîn bi hinceta ewlehiyê qedexe kir. Yek ji van dayikên ku beşek temenê xwe li Qada Galatasarayê derbas kiriye jî hevjîna Fehmî Tosun, Hanim Tosun e.
 
‘Me tu car dest ji têkoşînê berneda’
 
Hanimê da zanîn ku di rojên herî zor yên OHAL’ê de çalakiya xwe pêk anîne û wiha got: “Qedexekirina çalakiyê îro ji me re normal nehat.Ji bo me her tişt hatiye qedexekirin. Em rojên zahmet jiyan. Di 1996’an de mudaxale kirin. Em hatin binçavkirin. Kuçik bi ser me de anîn. Lê tevî hemû zextan me dest ji çalakiya xwe berneda. Me hewl da em dengê xwe bidin bihistin.”
 
‘Emê şûnde gavê navêjin’
 
Hanimê bang li rayedarên AKP’ê kir û got: “Em jî ji wan re wiha dibêjin;Çima ev demek dirêje em li wir rudinin? Di dema OHAL’ê de ew qad nehat qedexekirin, çima îro hatiye qedexekirin? Em nizanin sibê wê çi bibe. Em ê dîsa her hefte berê xwe bidin Qada Galatasarayê.Em ê her hefte aqûbeta kesekî bipirsin. Me li wir zirar neda kesî. Me heqeret li kesî nekir. Em tenê windayên xwe dixwazin. Çalakiya Dayikên Şemiyê çalakiyek bêdenge. Her kes vê dizane. Me ev êş kişandiye em naxwazin kesên din vê êşê bikşînin. Ev ji bo me girînge. Bila her kes destê xwe bide ser wijdana xwe. Daxuyaniyên wezîrê karê hundir Suleyman Soylu û berdevkê AKP’ê Omer Çelîk ji bo me ne girînge. Ew çawa me cidî nagirin em jî dengê wan nabihîzin. Emê berteka xwe ya mafdar nîşan bidin.”
 
‘Ez ji 9 saliya xwe de li Qada Galatasarayê me’
 
Keça Huseyîn Taşkaya yê di 1993’an de di bin çavan de hat windakirin, Serpîl Taşkaya jî pêkanîna li hember çalakiya wan wek ‘şerma Tirkiyeyê’ bi nav kir û ev tişt anî ziman: “Di 2011’and e hevdîtin bi serokwezîrê demî Tayyîp Erdogan re hat kirin. Wê demê serokwezîr ji me re got ‘em êşa we parve dikin’.Vê hêvî da me. Qedexeya piştî vê pêk tê lekeyek reş e ji bo Tirkiyeyê. Roja mudaxale hat kirin ez bi keça xwe re li wir bûm.Ji vir şûnde em nizanin wê çi bibe. Ji bo me wê her tim heman tişt be. Emê her tim li gorên xizmên xwe bigerin. Dema ez hatim vê qadê 9 salî bûm. Ji vir şûnde jî ezê bi zarokên xwe re li vir bim.”