90 sal in ku li dijî hişmendiya baviksalarî têdikoşe
- 09:07 9 Îlon 2018
- Rojane
Şêrîn Zêrevan - Delal Cemîl
TIRBESPIYÊ - Wehide El-Cedûl a ku ev 90 sal in li dijî hişmendiya baviksalarî têdikoşe diyar kir ku divê jin hemû di nav piştevaniyê de bin ku neyên çewisandin û got:"Ji ber desthilatdarî û hişmendiya baviksalarî ez bi salan hatim çewisandin. Min heta niha li dijî vê yekê li berxwe da. Lazime ku hemû jin bibin yek û li dijî hişmendiya baviksalarî li ber xwe bidin."
Wehide El-Cedûl 90 salî û ji Gundê Ebû Hicêra yê Tirbespiyê ye. Bavê wê 4 zewac kiriye û ew jî di temenê biçûk di 16 saliya xwe de hatiye zewicandin. Piştre hevserê wê du zewacên din jî dike û ev yek dibe sedema têkoşîna Wehideyê ya li dijî hişmendiya baviksalarî ku her dem jin çewisandiye. Wehîdeyê da zanîn ku dem dema têkoşîna li dijî hişmendiya baviksalarî ye û got:"Jinê her dem jiyan bi ked û bi têkoşîna xwe ya hevpar honandiye. Divê ev têkoşîn heta dawiyê bidome."
Wehideyê bi lêv kir ku ew dema ku di temenê xwe yê 16 salî de hatiye zewicandin gelek dijwarî kişandiye û got:"Bavê min ji ber ku 4 zewac kir vê yekê bandorek neyînî li ser derûniya me çê kir. Di nav malê de her dem pirsgirêk derdiketin. Pirsgireka girîng jê yek ew bû ku ez di 16 sali ya xwe de hatim zewicandin. Ji ber ku ez di temenekî biçûk de bûm hîn ez ne di ferqiya gelek tiştan de bûm. Loma gelek tade li min hat. Tadeya herî mezin ew bû ku hevserê min du zewacên din jî kir. Bi vê yekê rûmeta min hat şikandin. Li dijî vê yekê min her dem li ber xwe da. Min her karê xwe dikir û bejna xwe neditewand. Ez li ser hespê siwar dibûm û min gelek karên xwe wiha dikir. Ez bi ajotina hespê gelek bi nav û deng bûm. Her wiha min ajal jî xwedî dikirin û bi firotina berhemên wan jî ez li ser piyên xwe dimam."
'Niha jî li berxwe didim'
Wehideyê da zanîn ku ew heta vî temenê xwe li berxwe dide û dev ji têkoşîna xwe bernade û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji ber desthilatdarî û hişmendiya baviksalarî ez bi salan hatim çewisandin. Min heta niha li dijî vê yekê li berxwe da. Lazime ku hemû jin bibin yek û li dijî hişmendiya baviksalarî li ber xwe bidin. Jinê her dem jiyan bi ked û bi têkoşîna xwe ya hevpar honandiye. Divê ev têkoşîn heta dawiyê bidome."