Cemîla Ehmed: Bazariyên qirêj li ser Idlibê tên meşandin

  • 09:02 9 Îlon 2018
  • Rojane
MINBIC - Cîgira Hevseroka Bajarê Minbicê Cemîla Ehmed derbarê pêvajoya li Idlibê tê meşandin anî ziman ku bazariyên qirêj li ser Idlibê tên meşandin û got:"Ji ber ku rewşa Idlibê ji bo nexşerêya li Sûriyeyê girîng e, Rûsya, Îran û Tirkiye dixwazin ku ji bo berjewendiyên xwe li hev bikin. Lê heta niha lihevkirineke şênber di navbera wan de çê nebûye. Di hevdîtinên ji bo Idlibê de jî armanca Tirkiyeyê ya sereke ew e ku Kurd nebin xwedî statu."
 
Cîgira Hevseroka Bajarê Minbicê Cemîla Ehmed derbarê pêvajoya li Idlibê tê meşandin de bi lêv kir ku derveyî gelê li Idlibê hemû kes derbarê Idlibê de dixwazin ku biryarekê bidin û çareseriyekê bibînin lê çareseriya li Idlibê bê gelê wê nabe.
 
Cemîla Ehmed diyar kir ku hemû kes li gor berjewendiyên xwe tev digerin, kes ji bo berjewendiyên gelên li Sûriyeyê tev nagerin û got:"Tirkiye, Rûsya, Îran û Amerîka tenê li gor berjewendiyên xwe tev digerin. Kes siberoja gelên li Sûriyeyê dijîn nafikire. Heta berjewendiyên gel esas nê girtin ew ê tu çareserî çê nebe. Ev pirsgirêk dê tenê bi civînên aliyekî çareser nebe. Operasyona li dijî Idlibê dê ji pirsgirêkên li Sûriyeyê nebe çareserî. Dewleta tirk ji bo aloziyên xwe yên navxweyî veşêre û ji bo ku Kurd nebin xwedî statu dixwaze beşdarî operasyona Idlibê bibe." 
 
'Bazariyên qirêj li ser Idlibê tên meşandin'
 
Cemîlayê di dawiya axaftina xwe de wiha got:"Ji ber ku rewşa Idlibê ji bo nexşerêya li Sûriyeyê girîng e, Rûsya, Îran û Tirkiye dixwazin ku ji bo berjewendiyên xwe li hev bikin. Lê heta niha lihevkirineke şênber di navbera wan de çê nebûye. Di hevdîtinên ji bo Idlibê de jî armanca Tirkiyeyê ya sereke ew e ku Kurd nebin xwedî statu. Derveyî gelê li Idlibê hemû kes derbarê Idlibê de dixwazin ku biryarekê bidin û çareseriyekê bibînin lê çareseriya li Idlibê bê gelê wê nabe. Banga me ew e ku di mijara çareserkirina aloziya Sûriyeyê de gel bê esasgirtin."