'Bi êrîşên li ser Efrînê xwestin dîroka Kurdan tune bikin'

  • 09:01 9 Îlon 2018
  • Rojane
Cudî Zêno - Lîlav Elî 
 
ŞEHBA - Endama Rêveberiya Çand û Hunerê ya Şehbayê û Kevana Zêrîn Wehîde Birîmko derbarê xebatên çand û hunerê yên li Şehbayê anî ziman ku ji bo parastina nasnameya gelê Kurd divê ew girîngiyê bidin xebatên çand û hunerê û got:"Tevî hemû zor û zehmetiyan û derfetên kêm li Şehbayê xebatên derbarê çand û hunerê yên ji bo zarokan em didomînin. Çi dibe bila bibe em dev ji xebatên çand û hunerê bernadin. Çand û huner awêneya me ya rastiya jiyanê ye."
 
Endama Rêveberiya Çand û Hunerê ya Şehbayê û Kevana Zêrîn Wehîde Birîmko derbarê xebatên çand û hunerê yên li Şehbayê diyar kir ku ew peywira parastina nirxên neteweyî yên wekî çand û hunerê didomînin û got ku li dijî polîtîkayên pişaftinê divê em çand û hunera xwe biparêzin. 
 
'Bi êrîşên li ser Efrînê xwestin dîroka Kurdan tune bikin'
 
Endama Rêveberiya Çand û Hunerê ya Şehbayê û Kevana Zêrîn Wehîde Birîmko bi lêv kir ku li dijî êrîşên dagirkeran ew têdikoşin û got:"Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê bi êrîşên xwe  ên li ser Efrînê bi hezaran gel koçber kirin û bi hezaran sîvîl qetil kirin. Her wiha bi êrîşên li ser Efrînê xwestin dîroka Kurdan tune bikin. Zarok jî gelek di bin bandora vê yekê de man. Niha ji bo em çand û hunera xwe biparêzin û dilê zarokan xweş bikin, zarokan ji derûniya şer dûr bixin em xebatên çand û hunerê li Kampên Berxwedan û Serdemê yên li Şehbayê didomînin."
 
'Ji bo zarokan me perwerdeyên çand û hunerê dan'
 
Wehîdeyê diyar kir ku tevî derfetên kêm jî zarok hînî çand û hunera xwe dibin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em li herdu kampan perwerdeyên muzik, govend, şanoyê didin. Me konê çand û hunerê ava kir û li wir perwerdeya wênexêziyê dan. Niha jî xebatên me yên ji bo çand û hunerê didomin. Piştî perwerdeyan em ê li kampan şahiyê jî li dar bixin. Zarokên ku ji ber şerê li Efrînê li Kampên Berxwedan û Serdemê bi cih bûn ji warê derûniyê de qet ne baş bûn. Lê niha bi xebatên zindî yên çand û hunerê derûnî û moralê wan baştir bûye. Tevî hemû zor û zehmetiyan û derfetên kêm li Şehbayê xebatên derbarê çand û hunerê yên ji bo zarokan em didomînin. Çi dibe bila bibe em dev ji xebatên çand û hunerê bernadin. Çand û huner awêneya me ya rastiya jiyanê ye. Li dijî polîtîkayên pişaftinê divê em zarokên xwe perwerde bikin û çand û hunera xwe biparêzin.