Li Şamê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin
- 09:57 8 Îlon 2018
- Rojane
ŞAM - Li paytexta Sûriye Şamê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyekî girseyî hate lidarxistin.
Li taxa Zorava ya Şamê bi sedan kes li hev civiyan û bi pankarta ‘Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin’ meşiyan. Li kolanên taxê gel derabeyên dikanan girtin, beşdarî meşê bûn û bê navber dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk hatin berzkirin.
Piştî meşê Rêveberê TEV-DEM’ê Mimehed Îbîş axivî, tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û wiha got; “Dewleta Tirk bi polîtîkayên tecrîdê dixwaze jiyana hevpar ya gelan û aşitiya li herêmê asteng bike.”
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.