Li Şamê ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin 2018-09-08 09:57:57   ŞAM - Li paytexta Sûriye Şamê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyekî girseyî hate lidarxistin.   Li taxa Zorava ya Şamê bi sedan kes li hev civiyan û bi pankarta ‘Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin’ meşiyan. Li kolanên taxê gel derabeyên dikanan girtin, beşdarî meşê bûn û bê navber dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk hatin berzkirin.   Piştî meşê Rêveberê TEV-DEM’ê Mimehed Îbîş axivî, tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û wiha got; “Dewleta Tirk bi polîtîkayên tecrîdê dixwaze jiyana hevpar ya gelan û aşitiya li herêmê asteng bike.”   Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.