Ji bo mîtînga ‘Demokrasî û azadiyê’ bang

  • 20:51 16 Mijdar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran ji bo tevlî mîtînga "Demokrasî û Azadiyê" ya ku wê sibe li Êlihê bê lidarxistin bibin esnaf hatin ziyaretkirin.
 
Ji bo mîtînga "Demokrasî û Azadiyê" ya ku wê sibê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li Elihê bê lidarxistin, ji gelek bajaran bangawazî hatin kirin.
 
Amed
 
Li Amedê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad TJA, DEM Parti), rêxistina DBP’ê  ya Amedê, li bajêr karwaneke wesayîtan hat avakirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, hevşaredar û gelek kes beşdarî çalakiya ku ji bo mîtîngê hate lidarxistin bûn. Girseya gel li stadyumê li hev civiya û govend gerand. Piştî govendê girse bi qîrîna dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" li nava bajêr geriya.
 
Bi konvoyê bang li gel  hat kirin ku sibe tevli mîtînga li Êlihê dê bê lidarxistin bibin.
 
Bismil
 
Welatiyên li navçeya Bismilê bi meşa bi def û zûrne welatî vexwendin mîtîngê. Girseya ku di nav de Hevşaredara Bismilê MÎzgîn Ekîn û Guven Tanrukulu jî hebû, li ber avahiya navçeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li hev kom bûn û li kolanên Sanat, Îstasyon û 11’emîn meşeke girseyî pêk anîn. Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Bismilê Mustafa Kurt ku di tevahiya meşê de bi megafonê bang li raya giştî kir, diyar kir ku hikûmetê bi polîtîkayên qirêj qeyûm tayîn kirine û banga tevlîbûna mîtînga sibe li Êlihê li dijî qeyûman dê bê lidarxistin kirin. . Welatiyên derdorê bi dirûşman piştgirî dan.
 
Merdin
 
Endamên DEM Partiyê yên li gelek navçeyên Mêrdînê esnaf ziyaret kirin û esnaf vexwendin mîtînga ku dê li Êlihê bê lidarxistin.
 
Şirnex
 
DEM Partiyê li navçeya Cizîr a Şirnexê serdana esnafan kir û welatî vexwendin mîtînga ku dê sibê li Êlihê bê lidarxistin.