ÎHD: Em ê di hefteya 702'emîn de jî li Qada Galatasarayê bin
- 12:15 7 Îlon 2018
- Rojane
STENBOL - Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê û Komisyona Li Dijî Windakirina Binçavan tevî qedexeyê ragihandin ku dê Dayikên Şemiyê di hefteya 702'emîn de li Qada Galatasarayê bin.
Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komisyona Li Dijî Windakirina Binçavan tevî qedexeyê ragihandin ku dê Dayikên Şemiyê di hefteya 702'emîn de li Qada Galatasarayê bin. Dê vê hefteyê li aqubeta Kenan Bilgin ê 35 salî û di 12'ê Îlona 1994'an de li Rawestgeha Dikmena Enqereyê hat windakirin, bê pirsîn.
Di daxuyaniya ku hat dayin de wiha hat gotin:"Em ê di hefteya 702'emîn de tevî malbata Bilgin re em ê bibêjin ji bo Kenan Bilgin edalet. Em jî hêvî dikin ku hûn bi qurnefîlên sor piştgiriyê bidin me."