ÎHD: Em ê di hefteya 702'emîn de jî li Qada Galatasarayê bin 2018-09-07 12:15:14   STENBOL - Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê û Komisyona Li Dijî Windakirina Binçavan tevî qedexeyê ragihandin ku dê Dayikên Şemiyê di hefteya 702'emîn de li Qada Galatasarayê bin.    Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komisyona Li Dijî Windakirina Binçavan tevî qedexeyê ragihandin ku dê Dayikên Şemiyê di hefteya 702'emîn de li Qada Galatasarayê bin. Dê vê hefteyê li aqubeta Kenan Bilgin ê 35 salî û di 12'ê Îlona 1994'an de li Rawestgeha Dikmena Enqereyê hat windakirin, bê pirsîn.    Di daxuyaniya ku hat dayin de wiha hat gotin:"Em ê di hefteya 702'emîn de tevî malbata Bilgin re em ê bibêjin ji bo Kenan Bilgin edalet. Em jî hêvî dikin ku hûn bi qurnefîlên sor piştgiriyê bidin me."