Cenazeyê Vahîde ji Goristana Bêkesan hat girtin û hat definkirin

  • 10:05 7 Îlon 2018
  • Rojane
QERS - Malbata şervana HPG'ê Vahîde Çalkendir a di 28'ê Hezîranê de li Garzanê jiyana xwe ji dest dabû, ji Goristana Bêkesan a Bedlisê girt û li Navçeya Dîgorê ya Qersê defin kirin. 
 
Şervana HPG'ê Vahîde Çalkendir (Vîyan Çiya), di 28'ê Hezîranê de li Garzanê di encama operasyona leşkerî de e jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Vahîdeyê li Goristana Bêkesan a Bedlisê hatibû defin kirin. Malata Vahîde, piştî testa DNA'yê diyar bû cenaze ji goristana Bêkesn girt û li Navçeya Dîgorê ya Qersê definkirin. 
 
Malbata Vahîdeyê di 16'ê tîrmehê de ji bo testa DNA'yê mînaka xwînê dabû. Piştî 2 meh şûndê testa DNA'yê  diyar bû. Pişti testa DNA diyar bû, malbatê duh cenazeye Vahîdeyê ji Goristana Bêkesan a li Bedlîsê girtin û birin li gundê Yaylasinco yê Dîgora Qerse defin kirin.