Cenazeyê Vahîde ji Goristana Bêkesan hat girtin û hat definkirin 2018-09-07 10:05:52   QERS - Malbata şervana HPG'ê Vahîde Çalkendir a di 28'ê Hezîranê de li Garzanê jiyana xwe ji dest dabû, ji Goristana Bêkesan a Bedlisê girt û li Navçeya Dîgorê ya Qersê defin kirin.    Şervana HPG'ê Vahîde Çalkendir (Vîyan Çiya), di 28'ê Hezîranê de li Garzanê di encama operasyona leşkerî de e jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Vahîdeyê li Goristana Bêkesan a Bedlisê hatibû defin kirin. Malata Vahîde, piştî testa DNA'yê diyar bû cenaze ji goristana Bêkesn girt û li Navçeya Dîgorê ya Qersê definkirin.    Malbata Vahîdeyê di 16'ê tîrmehê de ji bo testa DNA'yê mînaka xwînê dabû. Piştî 2 meh şûndê testa DNA'yê  diyar bû. Pişti testa DNA diyar bû, malbatê duh cenazeye Vahîdeyê ji Goristana Bêkesan a li Bedlîsê girtin û birin li gundê Yaylasinco yê Dîgora Qerse defin kirin.