'Abdullah Ocalan çavkaniya aştiyê ye'
- 09:46 2 Îlon 2018
- Rojane
HESEKÊ - Li bajarê Hesekê bi hezaran kes daketin qadan û banga azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rawestandina guhertina demografiya Efrînê kirin.
Bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li seranserî Rojava û Bakurê Sûriyeyê çalakî hatin lidarxisitn. Li bajarê Hesekê jî bi tevlêbûna şêniyên Til Temir, Dirbêsbiyê û Serêkaniyê meşeke girseyî hat lidarxistin. Di meşê de tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin.
Meş ji çerxeriya Sînalko ya Til Hecer ber bi qada Şehîd Serhed a taxa Mifî ve dest pê kir, di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên banga aştiyê û azadiya Abdullah Ocalan hat hilgirtin, her wiha dirûşmeyên azadiya Abdullah Ocalan û şermezarkirina dewleta Tirk hatin qîrkirin.
Meş li taxa Mifî rawestiya û veguherî mîtîngê.
Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El-Abdullah axaftin kir. Semerê di daxaftina xwe de, bal kişand li ser êrîşên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li ser Bakurê Sûriyeyê têne kirin û bang li rêxistinên mirovî û Neteweyên Yekbûyî kir ku erka xwe pêk bînin û rijandina xwîna sivîlên Sûriyeyê bisekinin.
Semerê di nava axaftina xwe de, bal kişand li ser tecrîdkirina Abdullah Ocalan a ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve û wiha domand: "Abdullah Ocalan çavkaniya aştyê ye, ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye tecrîdkirin. Divê cîhan li dijî vê yekê bisekine û tecrîd bi dawî bibe."
Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El-Abdullah diyar kir ku êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê dibe sedema binpêkirina mafên mirovan û divê ev yek bi dawî bibe.
Çalakî bi dirûşmên "Bijî 1'ê Îlonê", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.