'Abdullah Ocalan çavkaniya aştiyê ye' 2018-09-02 09:46:00   HESEKÊ - Li bajarê Hesekê bi hezaran kes daketin qadan û banga azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rawestandina guhertina demografiya Efrînê kirin.   Bi boneya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li seranserî Rojava û Bakurê Sûriyeyê çalakî hatin lidarxisitn. Li bajarê Hesekê jî bi tevlêbûna şêniyên Til Temir, Dirbêsbiyê û Serêkaniyê meşeke girseyî hat lidarxistin. Di meşê de tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê hatin şermezarkirin.   Meş ji çerxeriya Sînalko ya Til Hecer ber bi qada Şehîd Serhed a taxa Mifî ve dest pê kir, di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û pankartên banga aştiyê û azadiya Abdullah Ocalan hat hilgirtin, her wiha dirûşmeyên azadiya Abdullah Ocalan û şermezarkirina dewleta Tirk hatin qîrkirin.   Meş li taxa Mifî rawestiya û veguherî mîtîngê.   Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El-Abdullah axaftin kir. Semerê di daxaftina xwe de, bal kişand li ser êrîşên ku ji aliyê dewleta Tirk ve li ser Bakurê Sûriyeyê têne kirin û bang li rêxistinên mirovî û Neteweyên Yekbûyî kir ku erka xwe pêk bînin û rijandina xwîna sivîlên Sûriyeyê bisekinin.   Semerê di nava axaftina xwe de, bal kişand li ser tecrîdkirina Abdullah Ocalan a ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve û wiha domand: "Abdullah Ocalan çavkaniya aştyê ye, ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye tecrîdkirin. Divê cîhan li dijî vê yekê bisekine û tecrîd bi dawî bibe."   Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El-Abdullah diyar kir ku êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê dibe sedema binpêkirina mafên mirovan û divê ev yek bi dawî bibe.    Çalakî bi dirûşmên "Bijî 1'ê Îlonê", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.