Ji Hevserokên Giştî yên HDP'ê peyama 1'ê Îlonê
- 12:22 1 Îlon 2018
- Rojane
ENQERE - Hevserokên HDP'ê yên Giştî Pervin Buldan û Sezaî Temelli derbarê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de peyamên xwe weşandin. Pervîn û Sezaî anîn ziman ku ji bo li Tirkiyeyê aştî, aramî pêk were divê rêzdarî li dijî çandê, nasnanme, bawerî û zimanê dayikê de bê nîşandan.
Hevserokên HDP'ê yên Giştî Pervin Buldan û Sezaî Temelli derbarê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de peyamên xwe weşandin. Pervîn û Sezaî gotin:"Em ê dev ji têkoşîna ji bo azadiyê bernedin."
Di berdewamiya peyamê de wiha hat gotin:
"Bi saya aştiyê dê sedemên şer ji holê rabin. Mafê jiyana di nav aştiyê de mafê mirovan ên bingehîn e. Axa ku aştî li ser neyê jiyîn li wir maf û hiqûq ne di nava ewlehiyê de ne. Pêdiviya mirovan her dem bi aştiyê heye. Heta ku dewlet balafirên F-35 û fuzeyên S 400 dikirin bila aştiyê pêk bîne. Şer, pevçûn û çekdarbûyin civakan xizan dike, qeyrana aborî derdixe holê."
'Bi polîtikayên hundur û derve dixwazin qeyrana aboriyê veşêrin'
Tifaqa Erdogan-Bahçeli ji bo îktidara xwe bidomînin polîtîkayên pevçûn û şer derdixin holê. Divê ew dev ji vê şêwazê berdin. Şerdê jiyanek aram û azad aştî û demokrasî ye. Ji bo li Tirkiyeyê aştî, aramî pêk were divê rêzdarî li dijî çandê, nasnanme, bawerî û zimanê dayikê de bê nîşandan. Gavek aştiyê ya girîng bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e."