Ji Hevserokên Giştî yên HDP'ê peyama 1'ê Îlonê 2018-09-01 12:22:26   ENQERE - Hevserokên HDP'ê yên Giştî Pervin Buldan û Sezaî Temelli derbarê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de peyamên xwe weşandin. Pervîn û Sezaî anîn ziman ku ji bo li Tirkiyeyê aştî, aramî pêk were divê rêzdarî li dijî çandê, nasnanme, bawerî û zimanê dayikê de bê nîşandan.    Hevserokên HDP'ê yên Giştî Pervin Buldan û Sezaî Temelli derbarê 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de peyamên xwe weşandin. Pervîn û Sezaî gotin:"Em ê dev ji têkoşîna ji bo azadiyê bernedin."   Di berdewamiya peyamê de wiha hat gotin:   "Bi saya aştiyê dê sedemên şer ji holê rabin. Mafê jiyana di nav aştiyê de mafê mirovan ên bingehîn e. Axa ku aştî li ser neyê jiyîn li wir maf û hiqûq ne di nava ewlehiyê de ne. Pêdiviya mirovan her dem bi aştiyê heye.  Heta ku dewlet balafirên F-35 û fuzeyên S 400 dikirin bila aştiyê pêk bîne. Şer, pevçûn û çekdarbûyin civakan xizan dike, qeyrana aborî derdixe holê."   'Bi polîtikayên hundur û derve dixwazin qeyrana aboriyê veşêrin'   Tifaqa Erdogan-Bahçeli ji bo îktidara xwe bidomînin polîtîkayên  pevçûn û şer derdixin holê. Divê ew dev ji vê şêwazê berdin. Şerdê jiyanek aram û azad aştî û demokrasî ye. Ji bo li Tirkiyeyê aştî, aramî pêk were divê rêzdarî li dijî çandê, nasnanme, bawerî û zimanê dayikê de bê nîşandan. Gavek aştiyê ya girîng bidawîbûna tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e."