Li Stenbolê herî kêm 6 kes hatin binçavkirin!
- 12:16 31 Tebax 2018
- Rojane
STENBOL -Li Stenbolê di operasyonên qirkirina siyasî de ku duh bi şev hatin kirin de herî kêm 6 kes hatin binçavkirin.
Li gelek navçeyên Stenbolê, hêzên çekdar ên dewleta tirk duh bi şev bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de 6 kesên ku di nav wan de endamê Koma Mûnzûrê û endamên Meclisa Sosyalîst (SMF) jî hebûn herî kêm 6 kes hatin binçavkirin.
Kesên ku hatin binçavkirin piştî kontrola tendirûstiyê birin Muduriyeta Emniyetê ya li Vatanê TEM'ê