Li Stenbolê herî kêm 6 kes hatin binçavkirin! 2018-08-31 12:16:02   STENBOL -Li Stenbolê di operasyonên qirkirina siyasî de ku duh bi şev hatin kirin de  herî kêm 6 kes hatin binçavkirin.   Li gelek navçeyên Stenbolê, hêzên çekdar ên dewleta tirk duh bi şev bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de 6 kesên ku di nav wan de endamê Koma Mûnzûrê û endamên Meclisa Sosyalîst (SMF)  jî hebûn  herî kêm 6 kes hatin binçavkirin.   Kesên ku hatin binçavkirin piştî kontrola tendirûstiyê birin Muduriyeta Emniyetê ya li Vatanê TEM'ê