Ji îşkenceya ku hat kirin qilif hat dîtin

  • 11:35 27 Tebax 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karê hundur Suleyman Soylu derbarê qedexekirina çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 700'î de anî ziman ku êşa dayikan tê îstismarkirin û got ku em nahêlin qada Galatasarayê bibe qada hevpar a meşrûtiyeta terorê. 
 
Wezîrê Karê hundur Suleyman Soylu derbarê qedexekirina çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 700'î de got:"Me destûr neda ku çalakiya hefteya 700'î pêk bînin. Çimkî me xwest ev îstismar û xapandina bi dawî bibe."
 
Suleyman hincetên qedexeyê wiha parast:
 
"Li ser têgeha dayikê dixwazin mexdûriyetekê pêk bînin û dixwazin gel ji hev qut bikin. Me destûr neda ku çalakiya hefteya 700'î pêk bînin. Çimkî me xwest ev îstismar û xapandina bi dawî bibe. Em nahêlin qada Galatasarayê bibe qada hevpar a meşrûtiyeta terorê."