Ji îşkenceya ku hat kirin qilif hat dîtin 2018-08-27 11:35:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karê hundur Suleyman Soylu derbarê qedexekirina çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 700'î de anî ziman ku êşa dayikan tê îstismarkirin û got ku em nahêlin qada Galatasarayê bibe qada hevpar a meşrûtiyeta terorê.    Wezîrê Karê hundur Suleyman Soylu derbarê qedexekirina çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 700'î de got:"Me destûr neda ku çalakiya hefteya 700'î pêk bînin. Çimkî me xwest ev îstismar û xapandina bi dawî bibe."   Suleyman hincetên qedexeyê wiha parast:   "Li ser têgeha dayikê dixwazin mexdûriyetekê pêk bînin û dixwazin gel ji hev qut bikin. Me destûr neda ku çalakiya hefteya 700'î pêk bînin. Çimkî me xwest ev îstismar û xapandina bi dawî bibe. Em nahêlin qada Galatasarayê bibe qada hevpar a meşrûtiyeta terorê."